Rejîma Îranê ji heman malbatê 3 kes qetil kir
- 22:42 27 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên hatin girtin, li bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlekariyê ya rejîma Îranê ve wênekêşek, dayik û xwişka wî hatin kuştin.
Li gorî agahiyên medyayê, li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên ser bi rejîma Îranê mêrek û du jin bi guleyan kuştin. Medyayê daxuyand ku li bajarê Sine hêzên ewlekariyê gule li wênekêş Mehdî Tewekulî temen 37 sal û malbata wî reşandin.
Hate ragihandin ku di encamê de Medenî Tewekulî, dayika wî Meryem Eslanî û xwişka wî Sumeya Tewekulî hatine kuştin.







