Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî hefteya bê tê Meclisê
- 13:05 23 Tîrmeh 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE – Li gor agahiyên kulis ên li meclisê hatine girtin heke pirsgirêkek nebe roja duşemê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dê ji aliyê AKPê ve pêşkeşî Serokiya Meclisê bê kirin û roja sêşemê jî ji Komîsyonên Edaletê yên meclisê re bê şandin. Piştî 48 seatan roja înê yan jî roja şemiyê jî dê ji Lijneya Giştî ya Meclisê re bê şandin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di merhaleya krîtîk de ye. Qanûna çarçoveyî rojeva serekê ya siysasetê ye. Di nava hefteyê de liv û tevgera li ser qanûna çarçoveyî jî zêde bû. Di 20'ê Tîrmehê de heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tên, çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parve kirin. Heyetê li ser qanûna çarçoveyî pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî girtin û ew pêşniyar dê ji partiyên siyasî re bê parvekirin.
Ji aliyê din vê jî Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş têkildarî qanûna çarçoveyî li meclisê serdana komên partiyên siyasî kir û hevdîtin pêk anî. Numan Kurtulmuş bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Koma Yenî Yolê, Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara “Betalkirina Teqez” weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywirdarkirin, ÎYÎ Partî û AKPê re hevdîtin pêk anî. Numan Kurtulmuş piştî hevdîtinan daxuyanî da û diyar kir ku beriya meclis bikeve betlaneyê ew dê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bînin Lîjneya Giştî ya Meclisê. Heta peşnûmeya qanûna çarçoveyî were Lîjneya Giştî ya Meclisê di navbera partiyên siyasî de jî danûstandin û muzakereyên li ser pêşnûmeyê dê berdewam bikin.
Pêşnûme dê bi îmzeya AKP'ê roja duşemê were meclisê
Hat hîn bûn ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ku dihat payin bi îmzayên hevpar ên partiyên siyasî ji Serokiya Meclise re be pêşkeş kirin dê tenê bi îmzaya AKPê roja dûşemî ji Serokatiya Meclisê re bê pêşkeşkirin. Heke tu pirsgirêk çênebin pêşnûme dê di 27ê Tîrmehê roja dûşemî ji aliyê Serokê Koma AKPê Abdullah Guler ve pêşkeşî Lîjneya Giştî ya Meclise be kirin.
Pêşnûme roja înê yan jî şemiyê di Lîjneya Giştî ya Meclisê ye
Piştî pêşnûme ji Serokatiya Meclisê re hat pêşkeşkirin di 28ê Tîrmehê roja sêşemê yan jî 29ê Tîrmehê roja çarşemê ji Komîsyonên Edaletê re bê şandin. Pêşnûme heke roja sêşemê ji Komîsyonên Edaletê re bê şandin piştî 48 seatan roja îne dê ji Lîjneya Giştî ya Meclisê re bê şandin û bibe qanûn. Heke roja çarşemê ji komîsyonên Edaletê re bê şandin jî dê 1ê Tebaxê roja şemiyê ji Lîjneya Giştî ya Meclisê re bê şandin û bibe qanûn.
Pêşniyara bila MGK û Meclis berpirsyariyê bigire
Ji bo qanûn li ser erdê bê sepandin jî ji aliyê desthilatê ve pêşniyara di bin baneya Lîjneya Ewlehiyê ya Netewî de ji bo koordînasyona pêvajoyê mekanîzmeyeke girêdayî Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz bê avakirin û sepandina qanûnan bişopînê ji partiyên siyasî re hatiye kirin. Lê li gor agahiyên kulisan partiyên siyasî li ser vê pêşniyarê diyar kirine ku mekanîzmayeke bi vî rengî pirsgirêka Kurd tenê di ewlehiyê de sînordar dike û aliyên civakî paşguh dike. DEM Partî û partiyên muxalîf jî pêşniyara bila MGKê û Meclis bi hev re berpisyariyê bigirin, kirine. Ew pêşniyar ji Serokê Meclisê re hatiye kirin.
Qanûn dê li ser erdê kengî bê sepandin?
Li ser sepandina qanûna jî tê gotin weke 6 meh dem dê bê diyarkirin û heke hewcehî bê dîtin ji aliyê Serokkomar ve dem dê 6 mehê din jî bê dirêjkirin.







