PYD'ê tifaqa hêzên siyasî a Rojhilat pîroz kir
- 17:02 23 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên PYD'ê têkildarî Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê peyamek dan û diyar kir ku ew hêvî dikin ku di demeke kurt de bi beşdariya partiyên siyasî yên ji hemû parçeyên Kurdistanê kongreya neteweyî ya Kurdistanê bê lidarxistin.
Hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bi peyameke nivîskî ‘Tifaqa Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê’ pîroz kir. Tifaqa Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê, duh ji aliyê Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îran, Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Sazmanî Xebata Kurdistanê-Îran, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ve hatibû ragihandin.
Di peyama hevserokên PYD’ê de hate gotin: “Em Partiya Yekitiya Demokratîk piştgiriya xwe ya tam ji bo vê gavê diyar dikin û hêvîdar in ku ev hevpeyman bibe bingeha qonaxeke nû û berfirehtir a karê hevbeş. Her wiha, em wê wek gaveke pratîk dinirxînin, ber bi xurtkirina yekitî û helwesta yekgirtî ya Kurdan ve; bi awayekî ku xizmeta berjewendî û mafên gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bike û têkoşîna dehan salan a wan biparêze û bi pêş bixe.”
Di dawiya peyamê dehate gotin: “Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de hemû hêzên siyasî yên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kongreya neteweyî ya Kurdistanê ya berfireh li dar bixin û bingeha hevpeymaneke giştî û neteweyî ava bikin. Ji bo pêşîgirtina hemû pîlan û êrişên ku dixwazin careke din gelê me bixin nav qirkirinê û hemû destkeftiyên ku li seranserê Kurdistanê hatine bidestxistin, biparêzin û xurt bikin.
Em di van hewldanên we yên neteweyî de ji we re serketinê dixwazin û vê gavê wek destpêka serdemeke nû ya hevgirtin, yekitî û berpirsyariya dîrokî dinirxînin.”







