Sala 2025’an bi lêgerîna aştî û civaka demokratîk derbas bû
- 09:05 31 Kanûn 2025
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Sala 2025’an ku bi hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teşe bû, daxwazên aştî û demokrasiyê derbas bû.
Sala 2025’an bi nîqaşên der barê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ji hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigire heta komîsyona li meclîsê hatiye avakirin, hevdîtinên bi serokomar û rayedarên dewletê re hatin kirin bi teşe bû. Feshkirina PKK’ê, vekirina pêşiya siyaseta demokratîk û nîqaşên avakirina aştî û civaka demokratîk hatin meşandin.
Di 28’ê Kanûnê de hevdîtina yekemîn
Piştî ku wezaretê bersiva erênî da Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê, serokwekîlê meclîsê yê DEM Partiyê Sirri Sureya Onder û Pervîn Buldan çûn Îmraliyê. Heyetê piştî hevdîtinê peyama Abdullah Ocalan aşkera kir. Abdullah Ocalan da zanîn ku ji bo xurtkirina wekheviya Tirk-Kurdan divê berpirsyarî bê girtin û divê hemû aliyên siyasî ji hesaban dur însiyatîfê bigirin.
Piştî hevdîtina yekemîn di esasa pêşniyarên Abdullah Ocalan de heyeta ji Pervîn Buldan, Sirri Sureya Onder û Ahmet pêk dihat ji bo çarseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji bo amadekariyên qanûn, pakêtên darazê yên nû bi CHP, TÎP, EMEP û wezarda dadê re hevdîtin kir. Partiyan piştgirî dan û Pevîn Buldan bi Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli re li girtîgeha Edîrneyê hevdîtin kir. Piştre bi serokê TBMM’ê Numan Kurtulmuş, MHP, AKP, Partiya Saadet, Deva û Yenî Refahê re hat gel hev.
Bi rêveberiyên herêma federal a Kurdistanê re hevdîtin
Di essa pêşniyên Abdullah Oclaan de heyeta Îmraliyê û hevserokê giştî yê DBP’ê, Keskîn Bayindir, ji Buroya Hiqûqê ya Asrin Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Berdan Ozturk yên DEM Partiyî, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç çûn serdana Herêma Federal a Kurdistanê. Serokên partiyan piştgiriya xwe ya ji bo aştiyê anîn ziman.
22’yê Çile de hevdîtina duyemîn
Ji heyeta DEM Partiyê Sirri Surreya Onder û Pevîn Buldan di 22’yê Çile de bi Abdullah Ocalan re hevdîtina duyemîn kirin. Abdullah Ocalan da zanîn ku der barê pêvajoyê de xebatên xwe dimeşîne û piştî temamkirina xebatan wê bi rayagiştî re aşkera bike.
21’ê Çile-15’ê Sibatê: Li Ewropayê meşên dirêj
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ di 21’ê Çile de li 26 bajarên Ewropayê 26 rojan bi tevlibûna 26 kesan li dijî tecrîda 26 salan meşa dirêj pêk hat.
27’ê Sibatê de banga aştî û civaka demokratîk
Heyeta Îmraliyê cara sêyemîn li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de Ahmet Turk, Pervîn Bulsan, Sirri Sureya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol cih girtin. Daxuyanî li Îmraliyê pêkhat û dîmen hat kişandin. Lê nedan heyetê. Tenê kareyên wêneyan dan heyetê. Heyetê li Beyoglu ya Stenbolê li Otela Elît Worl daxuyanî da çapemeniyê. Abdullah Ocalan di banga xwe de banga feshkirin û berdana çekan li PKK’ê kir.
Peyama 8’ê Adarê
Abdullah Ocalan bi heyeta Îmraliyê re ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyam şand. Peyam wiha bû “Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd kûrtir e. Pirsgirêkek bi vî rengî heye. Di vî warî de me destpêkeke biçûk pêk anî. Çanda şer û pevçûnê herî zêde li dijî jinan dimeşe. Têkbirina vê çandê dînamoya têkoşîna me ye. Ruhê vê serdemê siyaseta demokratîk e, zimanê vê serdemê jî zimanê aştiyê ye. Banga "Aştî û Civaka Azad" di heman demê de ji bo jinan Ronesans e. Ez jinê ku guh didin banga min, bawerî bi jiyana hevpar tînin bi eşqa Mem û Zîn, bi eşqa Derwêşê Evdê ya nûjen silav dikim û 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikim.”
12’yê Adar-10’ê Nîsanê
Heyeta DEM Partiyê beriya hevdîtina MHP û AKP’ê, serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ji heyeta Îmraliyê daxwaz bê wê bi heyeta Îmraliyê re hevdîtinê bike. Li ser vê heyetê ji Erdogan randevu xwest. Hevîtina ewil 10’ê Nîsanê de li Kuliyeya serokomariyê pêk hat.
27’ê Adarê: parêzeran serî li CPT da
Buroya Hiqûqê ya Asrin der barê tecrîda giran a li Îmraliyê de bi daxwza hevdîtina li Îmraliyê pêk bÊ sreî li komîteya Pêşîgritina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da.
3’yê Nîsanê meşa Amarayê
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi wesîleya 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş pêk anîn. Di roja sêyemîn de ciwan tevli mîhrîcana ku TJA’yê li Xelfetiyê pêk anîn bûn. Li vir peyama Abdullah Ocalan hat xwendin.
4’ê Nîsanê: DEM partî çû serdana wezîrê dadê
Heyeta DEM Partiyê bi wezîrê dadê re hevdîtin kir û daxwaza ku divê tecrîd rabe ragîhandin.
3’yê Gulanê Sirri Sureya Onder jiyana xwe ji dest da
Serokwekîlê TBMM’ê û parlamenterê DEM Partî yê Stenbolê Sirri Sureya Onder ku 15’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê 18 roj şûnde di 3’yê Gulanê de di 62 salî de jiyana xwe ji dest da.
5-7’ê Gulanê de kongreya PKK’ê pêk hat
PKK’ê li ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 5-7’ê Gulanê de 12’yemîn kongreya xwe kom kir û biryara fehskirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî da. Abdullah Ocalan ji bo kongreyê 2 belgeyên cuda amade kir û pêşkêş kir.
Ji ser lînka jêrîn hûn dikarin berfirehiya belgeya pespektîfa pêşîn ya 7 xalan pêk tê.
18’ê Gulanê: Di têkiliya Tirk-Kurd de dema paradîgmaya nû
Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û piştî vê peyama Abdullah Ocalan hat xwendin. Abdullah Ocalan di peyama xwe de da zanîn ku tiştên dikin guherîneke paradîma mezin îfade dike û got di têkiliya Tirk-Kurd de dema paradîgmayeke nû ye.
di 6’ê Tîrmehê de hevdîtina bi serokomar re
Endamên heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthant Sancar li Beştepe bi serokomar re hevdîtin kirin.
11’ê Tîrmehê: Gerîlan merasîma şewitandina çekan pêk anî
PKK’ê li Şikefta Casene ya nêzî Silêmaniyê merasîma şewitandina çekan pêk anî. Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Nedîm Seven pêşniya merasîmê kir.
5’ê Tebaxê komîsyon hat avakirin
Bi armanca şopandina pêvajoyê Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî hat avakirin. Komîsonê xebat meşand, bi rêk û pêk civîn pêk anîn û biryara serdanên ji bo Îmraliyê da.
31’ê Tebaxê: Ji bo 1’ê Îlonê peyam
Abdullah Ocalan bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo gelan peyam şand. Peyam di mîtînga Stenbolê ya "Li dijî şer û binpêkirinê wê aştî û demokrasî biserkeve!" hat xwendin.
31’ê Cotmehê de malbatê hevdîtin kir
Baroya Hiqûqê ya Asrin li ser X daxuyanî da û got ji malbatê Fatma Ocalan, Omer Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan çûne Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine.
Di 21’ê Mijdarê de Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî biryara çûyîa Îmraliyê da. CHP û hinek partiyan gotin endam nadin heyetê. AKP, MHP, DEM Partî û partiyên din erênî deng dan. Di 24’ê mijdarê de heyeta komîsyonê çû Îmraliyê.
22’yê Mijdarê de li bajarê Bonn a Almanyayê ji aliyê Komeleya Lêkolîna Aştiyê konferans pêk anîn. Abdullah Ocalan peyama bi sernavê ‘Bi hev re teşekirina jiyanê: Perspektîfên pêşeroj û pêvajoya çareseriyê ya li Tiriyeyê’ şand konferansê.
Di 25’ê mijdarê de heyeta komîsyonê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser pêvajoyê nirxandin kir.
Di 6-7’ê Kanûnê de jî li Stenbolê Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî pêk hat.







