Li dijî hezar êşî yek daxwaz: Aştî
- 09:04 19 Kanûn 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Ayşe Buruntekîn di qedexeyên derketina derve ya Sîlopiyayê de bi pitika xwe ya 6 mehî hedef hat girtin û hat qetilkirin. Cenazeyê Ayşe Buruntekîn hefteyekê li malê ligel zarokê wê hat sekinandin. Keça Ayşe Buruntekîn Hatîce Buruntekîn wiha got: “Li Sîlopyayê wê demê gelek dayik hatin qetilkirin. Gelek bav hatin qetilkirin. Bi dehan Rustem bê dayik man. Lê tevî her tiştî em aştiyê û azadiya serokatiya xwe dixwazin.”
Li Cizîr û Sîlopyayê ya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di qedexeyên bi mehan berdewam kirin de gelek kes hatin qetiklirin. Bi sedan kes di bodruman de hatin qetilkirin. Li ber deriyan jin û zarok hatin qetilkirin. Yek ji kesên hat qetilkirin Ayşe Buruntekîn bû. Ayşe Buruntekîn di 20’ê Kanûna 2024’an de li Sîlopiyayê li ber mala xwe ji aliyê segvanan ve hedef hat girtin. Zarokê wê Rustem sax xilas bibe jî dayikê jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenaze bi awayekî ji kolanê girt lê bi rojan li malê ligel zarokê wê hat sekinadin.
9 zarokên Ayşe Buruntekî hene. Ya herî mezin Hatîce Buruntekîn wê demê 19 salî bû. Yê herî biçûk jî 6 mehî bû. Hatîce Buruntekîn da zanîn ku piştî dayika wê hemû berpirsyarî li ser milê wê maye.
Hatîce Buruntekîn wiha got: “Dayika min ji bo ji birayê min re şîr bigire derket derve. Li ber derê hat qetilkirin. Cenazeyê wê li ber derî bû. Me nikaribû bigirta. Em ji tirsan nedikaribûn derkevin derve. Gule dihatin barandin. Nehiştin ez biçim dayika xwe bigirim. Piştre cenaze anîn malê. Ewil gotin birîndar e. Rustem hîna biçûk bû. Min dayika xwe hembêz kir lê dayika min miribû.”
‘Birayê min ji bo şîr digiriya’
Hatîce Buruntekîn wiha bi lêv kir: “Birayê min ji bo şîr digiriya. Ber bi cenazeyê dayika min diçû. Pêsîra wê vedikir. Digiriya. Birayê min bi şev û roj digiriya. Em pir tişt jiyan. Her sal em di meha kanûnê de heman tiştî dijîn. Sûcê dayika min tunebû. 9 zarokên wê hebûn. Rûstem biçûk bû digiriya. Rustem emanetê dayika min bû. Dema cenazeyê dayika min li kolanê bû em li her derê geriyan. Lê tu bersiv nedan. Her derê kolan û cadeyan dorpêç kiribûn.”
‘Tevî êşa me kişand em aştiyê dixwazin’
Hatîce Buruntekîn diyar kir ku êşa ku jiyane li tu derê cîhanê nehatiye jiyîn û wiha dawî lê anî: “Tevî her tiştî em aştiyê dixwazin. Em her tim li alî aştiyê ne. Bila aştî pêk bê û serokê me bê azadkirin. Em azadiya serokê xwe dixwazin. Li Sîlopiyê wê demê gelek dayik hatin qetilkirin. Gelek bav hatin qetilkirin. Bi dehan Rustem bê dayik man. Lê tevî her tiştî em aştiyê û azadiya serokatiya xwe dixwazin.”







