Jin bi erbaneyê xwe bi rêxistin dikin
- 09:06 18 Kanûn 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL-Jinên bi pêşengiya jinên rêxistina DEM Partiyê ya Sancaktepeyê hatin gel hev, bi perwerdehiya erbaneyê hem xwe bi rêxistin dikin hem jî têkoşîna jinê mezin dikin.
Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 8’ê Adarê de ji jinan re şand şûnde jinên rêxistina DEM Partiyê ya Sancaktepeyê bi navê Amargî koma erbaneyê ava kirin û bi vê komê hem têkoşîna çandî hem a civakî dimeşînin. Jinên bi dirûşmeya ‘jin ne tenê ne’ hatin gel hev bi erbaneyê têkoşîna jinê û azadiyê xurt dikin.
Armanc avakirina qada çandî ye
Koma ku 8 meh in ava bûye, bi perwerdehiya digirin di heman demê de hilberînê û xurtbûna jinan armanc dikin. Jin ligel muzîkê li dijî tundiyê piştevanî, hişmendiyê û qadek çandî ya hevpar diafirînin.
Bi Amargiyê vegera li xwe
Hevseroka DEM Partiyê ya Sancaktepeyê Ayşe Çîftîç ku di heman demê de di koma Amargî de cih digire da zanîn ku wek jinên Sancaktepeyê hem ji bo piştevanî hem ji bo avakirina komuna çandî hatine gel hev. Ayşe Çîftçî ev tişt anî ziman: “Armanca me ne tenê fêrkirina erbaneyê ye. Dema em erbaneyê fêr dibin em di heman demê de rêxistinbûn, hişmendî û têkoşîna jinê jî mezin dikin. Em bi Amargî li xwe vedigerin. Navê Amargî jî tê wateya A azadî û MA jî dayik yanî li xwe vegere. Me bi vê navê koma xwe danî.”
Hilberîna bi hev re
Ayşe Çîftçî wiha dawî lê anî: “Perwerdehiya erbaneyê ne tenê fêkirina muzîkê ye. Di heman demê de em hilberînê û xurtbûnê jî armanc dikin. Ligel muzîkê em li dijî tundiyê piştevanî û hişmendiyê diafirînin. Em komuna çandî ava dikin û hişmendî û rêxistibûnê hedef dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li pêvajoyê derkevin û piştgiriyê bidin pêvajoyê."







