Dîroka 40 salî ya ÎHD’ê wê bibe belgefîlm

  • 09:03 18 Kanûn 2025
  • Rojane
Melîke Aydin
 
STENBOL - Komîsyona Çand û Hunerê ya ÎHD’ê, belgefîlma dîroka 40 salî û têkoşîna mafên mirovan a ÎHD’ê çêdike. Belgefîlma ku di heman demê de wê bibe wekî pirtûk jî bê weşandin dê di  di 40 saliya ÎHD'ê di 17’ê Tîrmeha 2026’an de bê nîşandan.
 
Komîsyona Çand û Hunerê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) sê sal e xebatên xwe dimeşîne. Komîsyon ji 7 kesî pêk tê û îsal ji bo 40’emîn salvgera ÎHD'ê belgefîlmeke ku wê 17’ê Tîrmeha 2026’an de bê nîşan dan amade dike.  Belgefîlma ku wê bibe bîra têkoşîna mafên mirovan a li Tirkiyeyê, hem 40’emîn salvegera ÎHD’ê hem jî wê têkoşîna mafên mirovan a ji paşerojê heta îro derxe pêş.
 
Gulseren Yolerî û derhêner Sevîm Erdem der barê belgefîlma ÎHD’ê de axivîn.
 
‘Wê yek ji xebatê komîsyona çand û hunerê be’
 
Sevîm Erdem der barê komîsyonê de axivî û wiha got: “Komîsyon  sala hat damezrandin konser, sala din jî pêşbirka çîrokan pêk anî. Ji çîrokên pêşbirkê pirtûkek hat amadekirin lê ji ber şertên neyînî yên li girtîgehan ev xebat nîvco ma. Di heman salê de yekemîn pêşbirka karîkaturan a navneteweyî pêk hat. Ya duyemîn jî îsal pêk hat.Endamên komîsyonê di heman demê de klîbên şaxa ÎHD’a Stenbolê jî dikişandin. 7 kesên di komîsyonê de cih digirtin wê îsal belgefîlmeke ku pêvajoya 39 salî ya ÎHD’ê dike mijar bikşîne û wê di 40’emîn salvegera ÎHD’ê de di meha Tîrmehê de bê nîşandan. Klîba belgefîlma hîna tê amadekirin jî hat weşandin. Ekîba Çand û Hunerê ya ÎHD’a Stenbolê û Dolîche Fîlm bi hevkarî vî fîlmî çêdin.”
 
‘Belgefîm hatiye asta temambûnê’
 
Sevîm Erdem destnîşan kir ku ew di heman demê de parçiyeke Ekîba Dolîche Fîlmin û beriya vê jî begefîlma bi navê ‘Dayikên 12’ê îlonê’ ya xebata 9 salan kişandine. Sevîm Erdem ev tişt bi lêv kir: “Dema me ev çêkirin me ji damezrînerên ÎHD’ê nêrîn girtin. Me ji wê îlham girt û me got em di sala 40’emîn de belgefîm bikşînin. Me xwest naveroka fîlm damezerînerên ÎHD'ê û kesên keda wan derbas bûne bin. Ji bo vê me li Stenbol, Îzmîr, Enqereyê xebat da destpêkirin. Em hatin ber bi dawî.”
 
‘Wê têkiliya di navbera paşeroj û pêşerojê de ava bike’
 
Gulseren Yolerî jî daxuyakirin ku ev xebat bîra têkoşîna mafên mirovan a Tirkiyeyê ye û got ev belgefîm wê tecrubyên kesên têkoşînê dimeşînin, keda kolektîf hatiye meşandin nîşan bide û dîroka 40 salî ji nû ve derxe pêş. Gulseren Yolerî ev tişt bi lêv kir: “Ji ber vê me kesên ked dane damezrandina ÎHD’ê, yên enerjiya xwe tevli vê têkoşînê kirine, dayik, aktîvîst, damzerîner tevli vê xebatê kirin. Di belgefîmê de vegotin hene. Em dikarin bêjin ku ev xebatek dîrokî ye. Me hewl da em têkiliya di navbera paşeroj û pêşerojê de ava bikin. Me heval û dostên xwe yên ku ev têkoşîn meşandine bi raportajan tevli xebatê kirin.”
 
‘Wê di 17’ê Tîrmehê de bê nîşandan’
 
Gulseren Yolerî bi lêv kir ku wê ev xebat di salvegera damezrandina ÎHD’ê de di 17’ê Tîrmeha 2016’an de temam bibe û wiha dawî lê anî: “Belgefîm wek xebateke dîrokî ya devkî û wek belgefîlm wê li cihekî girîng cihê xwe bigire. Me fragmana belgefîlmê di hefteya mafên mirovan de li komeleyê nîşan da.Roportajên me didomin. Em ê vê belgefîlmê di heman demê de bikin pirtûk.”
 
Belgefîm ewil wê li Stenbolê û piştre jî wê li şaxên din yên ÎHD’ê bê nîşandan. Piştre wê li cihên din bê nîşandan.
 
Di çêkirina belgefîlm de Sevîm Erdem, Eyyup Epekîncî, Gulseren Yolarî, Hatîce Kalpakli, Karun Yildiz, Alî Abbas Akkaya û ji ekîba Dolîche Fîlm endama ÎHD’ê Seza Mîs Horuz û Memîk Horoz cih digirin.