Zarokê wê di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin, tevî vê aştiyê dixwaze

  • 09:11 14 Kanûn 2025
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Necmiye Îverendî ya ku kurê wê di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de di jêrzemînan de hat qetilkirin got: “Tevî hemû êşên me em destê ji bo aştiyê dirêj dikin lê destê me vala dimîne.”
 
Necmiye Îverendî ku yek ji şahida qedexeyên derketina derve ya li Cizîrê bû, pêvajoya pevçûnê de kurê xwe winda kir. Necmiye Îverendî ku dema ambulans nedixistin taxan, li pey kurê xwe çû û ji bo kurê xwe xilas bikin mirin da ber çavan. Necmiye Îverendî ku hewl da xwe bigihîne kurê xwe yê di jêrzemînan de, dor lê tê girtin û şûnde dişînin malê.
 
Necmiye Îverendî tiştên ku dema qedexeyên derketina derve hatine jiyîn ji ajansa me re vegot.
 
‘Ji wê rojê şûnde min carek din kurê xwe nedît’
 
Necmiye Îverendî diyar kir ku piştî qedexeyan pevçûnan dest pêkiriye û wê demê hevjînê wê pirsgirêkên tenduristiyê dijiya û got: “Heta roja 17-18’an a qedexeyê em li mala xwe bûn. Hevjînê min nexweş bû. Zarokan gazî ambulansê kirin. Lê nehiştin ambulans bikeve taxê. Dema em çûn nexweşxanê kurê min li malê bû. Em ji nexweşxaneyê carek din venegeriyan malê. Em çûn mala xizmên xwe. Em ji zarokên xwe qût bûn. Ji wê rojê şûnde min kurê xwe nedît.”
 
Ji bo kurê xwe xilas bike çû lê cezayê pere lê hat birîn
 
Necmiye Îverendî destnîşan kir ku herî dawî roja çûne nexweşxaneyê kurê xwe dîtiye û wiha anî ziman: “Ez çend caran bi telefonê ji kurê xwe re axifîm. Piştre em fêr bûn ku kurê min di bodruman de asê maye. Çend caran geriya. Got ‘dora me girtine agahî bidin her kesî’. Em li ber şareseriyê hatin gel hev û me xwest em zarokên xwe xilas bikin. Em hinek meşiyan. Piştre kes li cem me nema. Em 27 kes man. Em çûn kolan Nisêbînê. Heta wê demê hîna kurê min dijiya. Em heta cihekî meşiyan. Polîsan dora me girt. Hemû hevalên me ji bo xwe xilas bikin ketin navbera kolanan. Em sê jin li kolanê man. Gotin vegerin. Zarokên me biçûk bûn. Kurê min hîna 18 salî bû. Piştre heqeret li me kirin. Em girtin û birin qerekolê. Cezayê pere nivîsin em şandin malê.”
 
Ji malbata 8 kesî sê kes man
 
Necmiye Îverendî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurê min ji destê min çû. Kurê min di wan jêrzemînan de şehîd ket. Kurê min yê din di qedexeyan de hat girtin. Yek ji xwe 13 sal bû girtî ye. Kurê min yê din jî piştî qedexeyan tevli PKK’ê bû. Pişre hevjînê min  ji kahr û êşan mir. Em 8 kes bûn lê niha ez û du kurê xwe tenê man. Tevî hemû êşan em hîna aştiyê dixwazin. Bila dayik negirîn. Dewlet tu tiştekînake. Destê aştiyê vala dihêlin. Destê aştiyê nagirin. Baweriya me bi dewletê tuneye.”