AYM'ê derbarê 11 rojnamevanan de biryara binpêkirinê da

  • 22:10 5 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - AYM'ê der barê 11 rojnamevanên ku di dîrokên cüda de hatibûn girtin û paşê hatibûn berdan de, biryara binpêkirinê da. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), der barê serlêdana rojnamevanên ku di dîrokên cüda e hatibûn girtin û paşê hatibûn berdan de, biryar da. AYM'ê der barê dosyeya rojnamevan Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz, Mazlûm Guler, Mehmet Şahîn, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şah Orûç, Sûat Dogûhan, Remziye Andan, Mehmet Alî, Abdûrrahman Oncu û Oznûr Degerê de biryar da. 
 
AYM'ê ji bo serlêdana rojnamevanan a di warê girtina rojnamevanan ne hiqûqî ye, dema girtinê hatiye derbaskirinê, xwegihandina dosyeya lêpirsînê hatiye sînordarkirin, serlêdanên ji bo itiraza li girtinê dereng hatiye vekolandin û Dadgeriyên Ceza yên Sulhê bêalî û serbixwe tevnegeriyane biryar da û diyar kir ku xalên di serlêdanê de hatine diyarkirin nayên qebûlkirin, lê belê sînordarkirina xwegihandina dosyeya lêpirsînê nayê qebûlkirin. Her wiha AYM'ê biryar da ku 30 hezar TL tazminata manewî bê dayîn.