Navê komîsyonê diyar bû

  • 17:56 5 Tebax 2025
  • Rojane

ENQERE - Navê “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê” li komîsyona li Meclisê hate kirin. 

Navê komîsyona bi bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane li Meclisê hatibû avakirin, diyar bû. Navê “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê” lê hate kirin. 

MHP’ê demek berê pêşniyara “Komîsyona Yekitî û Piştevaniya Netewî” kiribû. DEM Partiyê jî dixwest teqez peyvên “Aştî” û “Demokrasiyê” tê de cih bigirin.