
Barbara Steiner: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan şert e
- 13:43 5 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka TransformEuropeyê Barbara Steiner diyar kir ku ji bo tevlîbûna hevdîtinên aştiyê û serkeftina aştiyê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert e.
Seroka weqfa perwerdeyê ya Partiya Çepgir a Ewropayê,TransformEuropeyê û endama Partiya Komunîst a Avûstûryayê (KPO) siyasetmedar Barbara Steiner derbarê biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî û pêngava çekşewitandinê ya sembolîk de ji ajansa ANF'ê re axivî û wek "pêngaveke dîrokî û wêrek" pênase kir û destnîşan kir ku ji bo aştiya mayînde divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin û Tirkiye zextên xwe yên li ser gelê Kurd bi dawî bike.
Barbara Steiner di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî û pêngava çekşewitandinê ya sembolîk di serdema ku li seranserê cîhanê şer berdewam dikin û li Rojhilata Navîn xwîn tê rijandin de ji bo bidawîkirina tundiyê pêngaveke dîrokî û wêrek e. Ev pêvajo, bes ne ji bo gelên Kurd û Tirk mînakek e ji şer û pevçûnên dewleta Tirk ên bi Kurdan re wêdetir e.’’
Barbara Steiner piştre anî ziman ku gelekî girîng e ku dewleta Tirk di vê pêvajoyê de li parlamentoyê komîsyonekê ava bike û parêzbendiya muzakerevanan dabîn bike, girtiyên siyasî berde û bi taybetî jî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabîn bike.
Barbara Steiner destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide kampanyaya "Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin" lê belê bes piştgirîdayîn têrê nake û divê tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û were berdan.
Barbara Steiner di dewama axaftina xwe de got: "Ocalan, di hevdîtinên aşitiyê de muzakerevanê sereke ye."
Barbara Steiner piştre diyar kir ku divê dewleta Tirk zexta li ser Gelê Kurd û astengiyên di qadên siyasî, zimanî, çapemenî û çandî de bi dawî bike. Steiner anî ziman ku pêvajoya aşitiyê di nava civaka navneteweyî de rastî eleqe û piştevaniyeke mezin tê û diyar kir ku ev pêvajo beriya niha bi ser neketiye lê belê ew hêvîdar in ku wê vê carê ser bikeve û destnîşan kir ku aşitiyeke bêyî çek, demokratîk û dawî li tundiyê hatiye, hewce ye.
Barbara Steiner anî ziman ku divê dewleta Tirk zextên xwe yên li ser gelê Kurd bi dawî bike û her wiha divê pêvajoya aşitiyê bes di navbera saziyan de nemîne û got: "Weke heyeta li Stenbolê jî anî ziman, divê li kolanan û di nava hemû beşên civakê de were pejirandin. Ji bo aşitiyê divê bi awayekî rasterast bi civakê re têkilî were danîn û aşitî bi hev re were avakirin."
Barbara Steiner pirsa; "Di gel ku Ocalan hê jî di bin tecrîdê de ye, ma em ê çawa qala aştiyê bikin?"kir û anî ziman ku ji bo bidawîkirina tecrîda 26 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevlîbûna ji hevdîtinên aşitiyê re daxwazên navneteweyî hatine bilindkirin. Steiner got ku azadiya Abdullah Ocalan bes ne ji bo wî, di heman demê de ji bo azadiya civakê jî gelekî girîng e û diyar kir ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê tevlîbûna Rêber Apo şert e.
Barbara Steiner di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo ku dewleta Tirk bi awayekî rast pêvajoya aşitiyê bi rê ve bibe divê civaka navneteweyî zextê lê bike û divê krîmînalîzekirina Tevgera Azadiya Kurdan were bidawîkirin û divê li Yekîtiya Ewpoyaê (YE), Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û welatên din qedexeya li ser PKK’ê were rakirin. Her wiha anî ziman ku ji ber van sedeman divê kesên bi hinceta PKK’ê hatine girtin, werin berdan.
Barbara Steiner got ku Ewropa ji bo hevdîtinên aşitiyê zemîneke bêteref e û destnîşan kir ku beriya niha jî li cihn bêteref û temînata aliyên sêyemîn çareseriyên têkildarî aştiyê hêsantir hatine peydakirin.
Barbara Steiner di dawiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: "Ev pêvajo bes gelê Kurd û Tirkiyeyê eleqedar nake. Bi gelên bindest ên li Tirkiye û Kurdistanê re sînordar nîne; ev, hemû Rojhilata Navîn û pêvajoyên aşitiyê yên gerdûnî yên ku divê bi rêyên demokratîk aşitiyê pêk bînin, eleqedar dike."