
Li Mexmûrê liv û tevgera leşkerî
- 13:29 5 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di saetên serê sibê de şandeyeke leşkerî ya Iraqê serdana wargeha Mexmûrê kir û di heman demê de bi wesayîtên zirxî li derdora wargehê liv û tevgereke leşkerî da destpêkirin.
Li gorî agahiyên ajansa ROJNEWS'ê nûçegihanê me, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) îro di saetên siharê de şandeyeke leşkerî ya artêşa Iraqê serdana wargehê kiriye û di heman demê de bi wesayîtên zirxî liv û tevgereke leşkerî daye destpêkirin. Heyeteke Iraqê bi rêvebirên wargehê re hevdîtîn pêk tîne. Li gel vê jî artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî li derdora wargehê di nava liv û tevgerê de ye.
Her wiha li ser wargehê jî liv û tevgera helîkopteran bênavber didome.
Armanca hevdîtînê û tevgera leşkerî nehat zanîn.