Meclisa Jinan a Şaredariya Sêrtê bi jinan re hat gel hev

  • 16:40 4 Tebax 2025
  • Rojane
SÊRT - Meclîsa Jinan a Şaredariya Sêrtê di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de li Taxa Bariş bi jinan re hat gel hev.
 
Meclisa Jinan a Şaredariya Sêrtê di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de li Taxa Bariş bi jinan re hat gel hev.
 
Di civînê de, bendewariyên derbarê qeyûmên ku li ser şaredariyan hatine danîn û pêvajoya dan û sitendinan hatin nîqaşkirin. Jinan her wiha daxwazên xwe yên ji bo aştiyê jî anîn ziman.
 
Hevşaredara Sertê Sofya Alağaş ku qeyûm li şûna wê danîn, di civînê de axivî û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gel baweriya xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aniye, ne bi dewletê. Sofiya got, "Em, gel, şer naxwazin. Ew difikirin ku çarenûsa Kurdan mirin û şer e, lê em vê çarenûsê qebûl nakin. Em ê ji bo aştiyek bi rûmet têkoşîna xwe bidomînin. Ev ax a me ye; mafê her kesî heye ku azad li ser axa xwe bijîn."