TJA û meclîsa jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re hat gel hev

  • 18:34 3 Tebax 2025
  • Rojane
RIHA-Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Rihayê û TJA’yê bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê li Wêranşarê li taxa Birç bi jinên Êzidî re hat gel hev.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî  Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Rihayê bi wesîleya 11’emîn salvegera komkujiya Şengalê li taxa Birç a Êzidî ya Wêranşarê  bi jinên Êzidî re hat gel hev.Meclîsa Jinan a Rihayê,  TJA û gelek jin tevli hevdîtinê bûn.
 
Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Ayşe Surucu di bernameyê de axivî û got: “Di dîroka Kurdan de îro rojek bi êş e. Di sedsala 21’ê de gelê me yên Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hat qetilkirin. Bi hezarna koçber bûn. Aqûbeta bi hezaran kesî nayê zanîn. Em dixwazin aqûbeta wan fêr bibin.bila qirkirina li hember Êzidiyan bê qebûlkirin.”
 
Bername bi axaftinan û dirûmeyan bidawî bû.