Rejîma Îranê sê girtiyên jin ceza kirin

  • 15:43 1 Tebax 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrişa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê, girtiyên siyasî ji bo girtîgeha Qerçekê hatin veguhestin. Girtiyên jin ên siyasî ku li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dan, hatin cezakirin.
 
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, der barê rewşa sê girtiyên jin ên siyasî yên li girtîgeha Qerçekê de agahî belav kir.
 
Hate ragihandin ku sê jinên girtiyên siyasî yên Îranê; Mesûde Eskerî, Mesûme Nesacî û Saye Sîdal ên li girtîgeha Qerçekê, 6 roj in di hucreya yek kesî de ne.
 
Malperê da zanîn ku her sê jinên girtî ji ber nerazîbûn nîşanî şert û mercên girtina xwe dane, hatine cezakirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku roja 24’ê Hezîrana îsal di dema şerê navbera Îsraîl û Îranê de, Îsraîlê girtîgeha Evînê bombebaran kir û di encamê de 70 girtiyên siyasî ji girtîgeha Evînê ji bo girtîgeha Qerçekê hatin şandin. Li gorî girtiyên hatine şandin bi xwe dibêjin, ew di odeyek biçûk û qerebalix de bêyî hewagirtinek guncav têne girtin, rewşa wan a tenduristiyê xirab e û ew nikarin xwarinek baş bigirin.