
TJK-E: Em di 3’yê Tebaxê de li dijî qirkirin û kuştina jinan rabin ser piyan
- 15:30 29 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E bang li tevahiya jinên cîhanê bi taybetî jinên Kurd û her wiha gel û hêzên civakî yên demokratîk kir ku di 3'yê Tebaxê de li dijî qirkirin û tundiya li ser jinê rabin ser piyan.
Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê (TJK-E), bi wesîleya 11’emîn salvegera qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a li dijî gelê Êzidî li Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJK-E got, “Em weke Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê careke din vê sûcê li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin û destnîşan dikin ku polîtîkayên komkujî, zilm, destdirêjî, kolekirin û bênasnamekirina li dijî Êzidiyan ku 11 sal berê li ber çavên tevahiya mirovahiyê pêk hatin, îro jî berdewam dikin.”
TJK-E got, “Ev komkujiya ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve li Şengalê li ser axa pîroz a kevnar li dijî gelê Êzidî hat kirin, di heman demê de tê wateya qirkirina jinê” û diyar kir ku di vê êrîşa qirkirinê de bi hezaran jin hatine revandin, rastî destdirêjiyê hatine, weke kole li bazaran hatine firotin û çarenûsa gelek ji wan hîn ne diyar e.
TJK-E, destnîşan kir ku gelê Êzîdî bi parastin û xwerêveberiyê bersiv dane komkujiya 3’yê Tebaxê û hat gotin ku jinan pêşengiya vê berxwedanê kirin û ji bo gelên din ên li çaraliyê cîhanê bûn mînak.
TJK-E, da zanîn ku Êzîdiyên li Şengalê hîn jî bê statu ne, xwerêveberiya wan nayê naskirin û hat gotin, “Hê jî berpirsyarên qirkirinê li dadgehê nehatine darizandin û sûcdar nehatine eşkerekirin. Ji ber vê yekê, bi vê wesîleyê em banga xwe ya edalet û statuyê ji bo gelê Êzidî yê li Şengalê dubare dikin. Em tevlî daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî dibin da ku hesab ji berpirsyarên êrîşên qirkirinê û sûcên ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî civaka Êzidî hatine kirin, were pirsîn. Em dibêjin; em têkoşîna xwe ya hevpar ji bo azadî û wekheviyê bi taybetî ji bo Êzidiyan, hemû gel û baweriyên bindest, bilind bikin.”
TJK-E, behsa girîngiya banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an ji bo aloziya li Rojhilata Navîn kir û bal kişand ser wê yekê ku zîhniyeta DAÎŞê bi awayên cûrbecûr ji nû ve zindî bûye û hate gotin ku rêxistinên mîna çeteyên HTŞ’ê û Talîbanê ji bo jinan gefên mezin çêdikin.
TJK-E, destnîşan kir ku riya çareseriya li hember gefa qirkirinê ya li ser gelê Êzidî Konfederalîzma Demokratîk e û diyar kir ku divê xweseriya demokratîk a Êzidiyan li Şengal were naskirin.
TJK-E, ragihand ku ew ê di 3’yê Tebaxa 2025’an de li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşmeya "Qirkirin û kuştina jinan sûcên li dijî mirovahiyê ne" xwepêşandanan li dar bixin û bang li hemû jinan, gelan û hêzên demokratîk kir ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê.
Navendên ku wê di 3’yê Tebaxê de çalakî lê werin lidar xistin bi vî rengî ne:
1. Tebax 2025’an
Elmanya
Schwalbach
Bîranîn
Saet: 15.00
Cih: Rudolf-Diesel Str. 7
Achim
Bîranîn
Saet: 17.00
Cih: Am Marktplatz 1, Am Glockenspiel
2.ê Tebaxa 2025’an
Elmanya
Kassel
Stand û Bîranîn
Saet: 15:00
Cih: Friedrich Platz
Hildesheim
Mîtîng
Saet: 16:00
Cih: HBF
Fransa
Evry û Melun
Sinevizion
Saet: 14:00
Cih: DTM
Skandînavya
Stockholm
Bîranîn
Saet: 13:00
Cih: Komel Stockholm
3’yê Tebaxa 2025’an
Elmanya
Hannover
Mîtîng
Saet: 4:00 PM
Cih: Kropcke
Frankfurt
Mîtîng
Saet: 2:00 PM
Cih: Frankfurter Romer
Emmerich-Wesel
Panel
Saet: 13:00
Cih: Mala Êzidiya Wesel
Ackerstr. 242/Wesel
Darmstadt
Bîranîn
Saet: 14.00
Cih: Staudingerstr 7
Mannheim
Bîranîn
Saet: 14.00
Cih: Bad Kreuznacher Str. 36
Stuttgart
Mitîng
Saet: 16.00
Cih: Schlossplatz
Hamburg
Mîtîng
Saet: 14:00
Cih: Budapest Str./Stadyuma St. Pauli
Lohne
Bîranîn
Saet: 13:00
Uhlenburger Buchenallee 16
Brîtanya
London
Bîranîn
Saet: 14:00
Cih: Navenda Civaka Demokratîk
Belçîka
Liege
Mîtîng
Saet: 11:00
Cih: Gare Guillemins
Swîsre
Basel
Pêşandana şanoyê
Saet: 12:00
Cih: Elisabethen Kirche
Cenevre
Bîranîn
Saet: 13:30
Cih: Komel / Rue du Vieux-Billard 25
Bern
Bîranîn
Saet: 13:30
Cih: Munsterplattform
Zurîch
Mitîng
Saet: 16:00
Cih: Stauffacher
Fransa
Parîs-Villers Le Bel
Di saet 11:00’an de zengilên dêrê wê bên lêxistin
Meş
Saet: 14:00
Cih: Villers Le Bel Gar
Parîs
Nîşandana fîlm
Saet: 18:30
Cih: Navenda Çandê ya Ahmet Kaya
Drancy
Nîşandana fîlm
Saet: 14:00
Cih: DTM
Marseille
Xeleka Mirovan
Saet: 10:30
Cih: Vieux-Port
Strasbourg
Pêşandana Fîlm
Saet: 17:00
Cih: DTM
Bordeaux
Mitîng
Saet: 16:00
Cih: Place de la Victoire
Skandînavya
Helsingborg
Bîranîn
Saet: 11:00
Cih: Sondergatan 11C, 103 Helsingborg
Danîmark
Bîranîn
Saet: 13:00
Cih: Marielundvej 46A, Herlev
Hollanda
Den Haag
Mitîng
Saet: 13:00
Cih: Laan van Reagen en Gorbatsjov, li hember Stasyona Navendî