
Cîranên Melîha Kaya: Tundî lê dihat kirin
- 12:20 29 Tîrmeh 2025
- Rojane
AMED - Xizm û cîranên Melîha Kaya ku li navçeya Yenîşehîrê di bin şert û mercên gumanbar de Jiyana xwe ji dest da, tekez kirin ku mirina wê ne bûyerek asayî ye, lê komkujiyek e û diyar kirin ku ew ji hêla mêrê pê re hatibû zewicandin ve bi tundiyê re rû bir û dima.
Melîha Kaya ya 44 salî duh êvarê li taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin. Melîha li taxa Soğanliyê hat veşartin.
Gumana kuştinê
Li gorî raporan, Melîha Kaya ji hêla mêrê pê re hatibû zewicandin ve bi awayekî sîstematîk tundî lê hatiye kirin. Niştecihên taxê yên ku em bi wan re axivîn ev îdiayan piştrast kirin û gotin ku guman dikin ku mirina Melîha Kaya, ku wekî xwekuştin tê nîşandan, dibe ku komkujiyek be.
Zarokên wê: Kujerê diya me bavê me ye
Cîran û nasên Melîha Kaya yên ku me hevpeyvîn bi wan re kir ev agahî parve kirin: "Ew gelek caran rastî tundiye dihat. Zarokên wê bi berdewamî şahidê vê tundiyê kirin. Wê berî mehekê digot ku ji ber tundiyê dixwaze ji mêrê pê re hatibû zewicandin veqete, lê piştî destwerdana mezinên xwe paşve gav avêt. Ew kirêdar bû, ji ber vê yekê ji mêrê xwe xaniyek nû dixwest. Ev bûyer jî di xaniyê nû de qewimî. Ew bi berdewamî rastî tundiyê dihat û gelek tişt derbas kiriye. Em nafikirin ku ev mirin xwekuştin be. Divê ev bûyer were lêkolînkirin û were ronîkirin. Em dixwazin rastiyan bizanibin. Ne em û ne jî zarokên wê bawer dikin ku ev xwekuştin bû. Ew ne ji wan jinan bû ku zarokên xwe bê dayik bihêle. Ev bûyer dibe ku kuştin be. Zarokên wê duh li ser gora wê gotin, 'Bavê me kujerê diya me ye.' Ev ne tiştên normal in. Pêdivî ye ku ev hemû werin lêkolînkirin. Ew di nav xizaniyê de jiya, lê ew ne ji wan jinan bû ku xwe bikuje."