Li Reqayê navenda piştgiriya jinên ciwan hate vekirin

  • 18:02 17 Hezîran 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan li kantona Reqayê di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo piştgiriya jinên ciwan, navendA fêrbûna pîşeyî  ya bi navê Navenda Şehîd Ronaî vekir.
 
Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclîsa Jinên Azad a Sûriyyê (Şaxê Reqayê), Meclîsa Jinên Sûriyeyê û Meclîsa Malbatên Şehîdan li merasîma vekirinê amade bûn. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a kantonên Tebqa, Reqa û Dêrezorê Leyla El Ebid di merasîmê de axivî û diyar kir ku navnend bi armanca çalakirina rola jinan û pêşxistina rola wan a avakirina civakan de, hatiye vekirin. Leyla El Ebîd her wiha anî ziman ku wê li navendê derfet ji bo jinan were peydakirin ku  fêrî pîşeyan bibin.
 
Leyla El Ebîd her wiha da zanîn ku dê li navendê ji bo jinên ciwan korsên perwerde û fêrbûna pîşeyên mîna dirûtina cilan, xebatên tendurisiyê û kompiyûterê werin vekirin. Her wiha diyar kir ku jinên ciwan piştî perwerdeyê dê lîsansê wergirtin û karibin li bazarê bixebitin.
 
Navend ji beşên perwerde, ragihandin, çand û huner û werzîşê pêk tê. Li van beşan dê jinên ciwan karibin hêz û karîna xwe derxînin û fêr bibin.
 
Piştî axaftinê navend hate vekirin.Merasîma vekirinê bi gerandina dîlanê û stranan bi dawî bû.