
Berxwedêrên Tişrînê Konferansa Yekrêziya Kurdî silav kir
- 13:25 26 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobedarên Bendava Tişrînê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava silav kir.
Şêniyên kantona Firatê yên çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê dewr girtiye, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava ku li Qamişloyê dewam dike, silav kir.
Nobedaran konferans li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got konferans dê yekitiya Gelê Kurd pêk bîne.
Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk, çalakiya nobetê bi rêxistin kiriye. Çalakiya nobetê dewam dike.