
Qamişlo ji bo konferansa kurdî amade ye
- 09:41 25 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” wê sibe li bajarê Qamişlo were lidarxistin. Ji Rojava, Bakûr, Başûrê Kurdistanê û gelek deverên Suriyeyê wê zêdetirî 400 kes tevli konferansê bibin.
Konferansa bi navê, “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” wê sibe li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo were lidarxistin.
Li gorî agahiyên komîteya amadekar, wê nûnerên tevahiya partiyên Kurd, rêxistinên jin û ciwanan, kesayet, rewşenbîr, hunermend û oldarên li Rojavayê Kurdistanê, kesayetên Kurd ên ji bajarên Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê tevli konferansê bibin. Ji bakûrê Kurdistanê şandeya DBPê û DEM Partiyê, ji başûrê Kurdistanê nûnerên partî û rêxistinan jî wê di konferansê de amade bin. Her wiha wê ji rojhilatê Kurdistanê, Başûr û derveyî welat jî peyamên partî û rêxistinên Kurd werin xwendin.
Konferans, wê saet di 10.00an de bi xêrhatina mêvanan û hilbijartina dîwanê destpê bike. Di konferansê de dê ewilî Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Ebdî biaxive. Piştî axaftina vekirinê wê mêvan li ser mijarê nêrîn û nirxandinên xwe bikin. Her wiha peyamên ji bo konferansê hatine şandin bên xwendin.
Piştî axaftina destpêkê û nirxandinên mêvanan wê konferans ji çapemeniyê re girtî dom bike. Di herîkîna konferansê de wê reşnivîsa yekrêziya Kurd ku berê li ser gotubêj hatibûn kirin, were xwendin û nîqaş li ser bên meşandin. Di encama nîqaşan de wê rengê dawî were dayîn û bê erêkirin.
Di dawiya konferansê de wê encamname bi daxuyaniyekê ji raya giştî re were eşkerekirin.
Ji bo konferansê hemû saziyên ragihandinê yên Kurdistanî û biyanî hatine vexwendin. Li gorî komîteya amadekar, wê li ser navê zêdetirî 60 saziyên ragihandinê derdora 200 rojnamevan konferansê bişopînin.