Nivîskar Fatma Îzol: Divê Birêz Ocalan azad be

  • 09:05 24 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Arjîn Yuksekbag
 
ENQERE - Nivîskar-lêkolîner Fatma Îzol diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan naşibe tecrîdên din û got: “Birêz Abdullah Ocalan ku xwedî unvana feylezofê serdemê ye, divê ji mafê hêviyê fêdeyê bigire.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 26 sale li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Piştî tecrîda giran ya 43 mehan şûnde birayê wî parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23’ê cotmehê de çû hevdîtina wî. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got tecrîd didome û piştî vê hevdîtinê, hevdîtin nehat kirin û 6 meh qedexeya hevdîtina din hat dayîn.
 
Lêkolîner-nivîskar Fatma Îzol da zanîn ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya fîzîkî pêk bê. 
 
Fatma Îzol daxuyakirin ku li cîhanê tecrîdeke ku wisa nehatiye dîtin û wiha domand: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan naşibe tecrîdên din. Divê ev tecrîd di çarçoveyek cuda de bê lêkolînkirin. Felsefeyeke Birêz Ocalan a ji bo avakirina jiyanek nû heye. Dema em lêkolîna vê ya akademîk dikin, di navenda vê de jin heye. Jinê dike navenda siyasî û rêveberiyê. Birêz Ocalan yekparêziyê red dike.”
 
Serî li dijî tu hêzê netewand
 
Famta îzol daxuyakirin ku rêxistinbûnê Masonîk di çarçoveya projeyan de serî ditewînin û xwe digihînin statuyan û got: “Birêz Ocalan ji aliyê cîhanê ve teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Di gelek nirxandinên akademîk de ev heye. Birêz Ocalan ev di îfadeyên xwe de aşkera kir. Yanî got ev projeya dewletan bû û biryarek wisa dane. Birêz Ocalan xwe naspêre rêxistinên din. Birêz Ocalan mirovekî fikr û ramanê ye û xwe ji fikrên yobaz dûr girtiye.”
 
Tecrîd ranebûye
 
Fatma Îzol wiha dirêjî dayê: “Piştî salan şûnde hevdîtin bi Birêz Ocalan re hat kirin û em fêr bûn ku rewşa wî baş e. Lê hîna tecrîda giran nehatiye rakirin. Li cîhanê tecrîdeke bi vî rengî tuneye. Hevdîtin tên astengkirin. Birêz Ocalan jî di hevdîtinê de dibêje ‘tecrîd ranebûye’. Devlet Bahçelî her çiqas zimanekî paqij bikar neyne jî ev titşekî girîng e. Divê ev hewldana Bahçelî  ji rêzê û şexsî neyê destgirtin.”
 
‘Muxatab bi aşkera Birêz Abdullah Ocalan e’
 
Fatma Îzol daxuyakirin ku gelek aliyên pêvajoyên cezakirinê yên bên nîqaşkirin hene û di pîvanên mafê mirovan de mirovên demekê bên girtin piştre ji nûve bi jiyanê re tên gel hev û tevli jiyanê tên kirin. Fatma Îzol wiha bi lêv kir: “Bêguman seranserê jiyanê girtina mirovekî li dijî mafê mirovan e. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din bi van cezayan re rû bi rû hatine hiştin. Mafê hêviyê bi sererastkirinên qanûnî pêngaveke dikare pêk bê ye. Birêz Abdullah Ocalan ku xwedî unvana feylezofê serdemê ye, divê ji mafê hêviyê fêdeyê bigire. Daxwaza gelê Kurd bi aşkera azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Muxatab bi aşkera Birêz Abdullah Ocalan e.”