Li Denîzliyê banga tevlibûna çalakiyên 25'ê Mijdarê
- 13:54 21 Mijdar 2024
- Rojane
DENÎZLÎ -Komîteya 25'ê Mijdarê ya Denîzliyê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de civîneke çapemeniyê li dar xist û bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan. Komîteyê bal kişand ser zêdebûna şîdeta mêr-dewletê û peyama ku ew ê têkoşîna 'Jin jiyan azadî' mezin bikin da.
Komîteya 25'ê Mijdarê ya Denîzliyê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li Cemiyeta Rojnamegerên Denîzliyê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê komîteyê Berdevka Meclisa Jinan a KESK'ê ya Denîzliyê Fîgen Tufan metna çapemeniyê xwend. Di civîna ku deklerasyona komîteyê ya 25’ê Mijdarê hate xwendin de, bang li hemû jinan hat kirin û di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan û tevli çalakiyan bibin.
Daxuyanî bi dirûşma 'Jin jiyan azadî" û "Bijî piştevaniya jinan bi dawî bû.