Li Navenda Civaka Kurd a Bremenê serdegirtina polîsan
- 16:00 21 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Elman vê sibehê bi ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê girt û dest danîn ser materyalên dîjîtal.
Polîsên Elman serê sibehê bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Bremen ê Elmanyayê girt. Di serdegirtinê de polîsan dest danîn ser gelek pirtûk û materyalên dîjîtal.
Polîsan biryara girtinê ya der barê hin kesan weke hincet nîşan da.
Di sala 2024'an de cara duyemîn e ku polîsên Elman diavêjin ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê. Di 16'ê Çileya 2024'an jî polîsan avêtibû ser û piştre fîşekên bi nîşaneya 'xaça sembola nazî' lê hatibû hiştin.