'Teqez e ku ev mirineke bi guman e'

  • 09:07 21 Mijdar 2024
  • Rojane
Memîhan Zeydan
 
WAN - Jinên qetilkirin û rapora otopsiyê ya Rojîn Kabaîş nirxandin wiha gotin:"Tiştên malbat û parêzerên Rojînê nizanîbûn li ser medyaya dîjîtal belav bûbûn, hinek tên parastin. Dixwazin xelk bawer bikin ku Rojînê xwe întixar kiriye."
 
Di rapora otopsiyê ya berfireh a Rojîn Kabaîş a li peravê Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê hat windakirin û piştî çend rojan cenazeyê wê li perava Mollakasimê hat dîtin de hat diyarkirin ku ji ber xeniqînê jiyana xwe ji dest daye. Li ser îdiaya ku Rojînê întîxar kiriye jî pirsên bi biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê hatine kirin bêbersiv dimînin.
 
Jinan encamên rapora otopsiyê ya Rojîn Kabaîş û îdiayên xwekuştinê nirxandin.
 
'Em nikarin bersiva ti nîşaneyên pirsê bibînin'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Oznûr Evîn bi bîr xist ku cenazeyê Rojînê piştî 18 rojan hatiye dîtin û got, “Biryara nepenîtiyê ya hat dayîn, pirsên nû li pirsên heyî zêde kir. Di rapora dawî ya otopsiyê de hat diyarkirin ku ew xeniqî ye. Lê ti daxuyanî û agahiyek li ser kengî ev xeniqîn çêbûye yan jî di golê de xeniqiye yan jî li cihekî din xeniqiye û avêtiye golê tune ye. Em nikarin bersivek ji yek ji nîşanên pirsê yên ku ji vê sedemê derdikevin bibînin. Niha çi hatiye serê Rojînê, em nizanin. Ne diyar e ku wê xwe kuştiye yan hatiye kuştin. Pêwîst e rapora otopsiyê ya encamdayî ji raya giştî re bê parvekirin û ravekirin."
 
'Teqez e ku ev mirineke bi guman e'
 
Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê Ayten Kiran, diyar kir ku ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê re demeke kurt maye û ew dîsa li ser qetlîama bi guman a li ser jinan nîqaş dikin. “Teqez e ku mirina Rojîn Kabaîş mirineke bi guman e. Lê dema ku em lê dinêrin, em dibînin ku pir bi hêsanî ev mijar tê destgirtin. Tê gotin ku wê ji ber xeniqînê jiyana xwe ji dest daye, lê nayê bawerkirin ku jina ciwan a ku 18 roj in winda bû ji ber xeniqînê jiyana xwe ji dest daye. Şîfreya telefona Rojînê dîsa jî nehatiye şikandin û tê gotin ku şîfreyeke bilind e. Malbat di bernameyên cûrbecûr yên televîzyonê de derketin û em her carê rastî tiştek cûda tên."
 
'Divê dewlet welatiyên xwe biparêzin'
 
Ayten Kiran, bal kişand ser ferqa di navbera rapora destpêkê ya otopsiyê û rapora otopsiyê ya berfireh de û got, “Dema di rapora otopsiyê ya ewil de hat gotin ku di zikê wê de xwarin heye, di rapora otopsiyê ya dawî de jî hat gotin ku ji ber xeniqiye miriye. Xuya ye, kesek dîsa dest bi parastinê kir. Pêwîst e ev yek di zûtirîn dem de were eşkerekirin. Ji ber hin sedeman dewlet li ser kuştina jinên ciwan erka xwe nake. Divê dewlet welatiyên xwe biparêzin. Rojîn Kabaîş di sê rojan de çi dît, kê nas kir, çû ku derê?"
 
'Em niha ji xwe şerm dikin'
 
Ayten Kiran, anî ziman ku di derbarê Rojînê de gelek îdia hatin kirin û got ku ev îdia tu rastiya wan nîne û wiha got: “Eger wisa be divê biryara nepenîtiyê ji holê bê rakirin da ku hemû welat zanibe kê kiriye, di dosyayê de çi nav hene. Em dixwazin van zanibin. Bavê wê bi bêhêvî daxwaza alîkariyê dike. Ew dizane ku keça wî ne întîxar dike û ne jî jiyana xwe ji dest dide. Li gorî me mirineke bi guman e. Em dixwazin di zûtirîn dem de zelal bibe. Em wek rêxistinên sivîl wek dayik û jinan ji xwe şerm dikin. Lê divê îro ne em şerm bikin, yên ku mirina bi guman a jinan eşkere nakin, ji xwe fedî bikin.”
 
'Dîsa kesek tiştekî vedişêre'
 
Ayten Kiran, diyar kir ku divê ev yek bi bandortir bê lêkolînkirin û diyar kir ku her çendî hatiye gotin ku wê ji ber xeniqînê jiyana xwe ji dest daye jî, av di pişika wê de nemaye. Ayten Kiran got: “Ev çi xeniqîn e? Di rapora berê ya Saziya Tiba Edlî (ATK) de hatibû gotin ku 100 mînakên DNA'yê hatine girtin. Ev nimûneyên DNA yên bi guman çawa hatin girtin, ew nimûneyên DNA çi bûn? Divê ev bêne eşkere kirin, hûn nikarin bi biryarek nepenîtiyê wan bigirin. Demek beriya Rojînê em bûn şahidê qetilkirina Narînê. Dîsa kesek tiştekî vedişêre. Îro di vê demê de heta ku sûcdarên Rojîn û Narînê neyên ronîkirin ti rêxistinên sivîl an jî rêxistinên jinan gav paşde navêjin."
 
'Li kampusê tedbîrên ewlehiyê nehatin girtin'
 
Endama Komeleya Jinan a Star Zeynep Tagtekîn diyar kir ku ji roja ku Rojîn hatiye windakirin heta niha xemsariyek hebû û got, “Me jî got ku di  lêgerînê de îhmal çêbûye û lêkolîn li qadeke gelekî kêm hatine kirin. Di vê heyamê de li kampusê tu tedbîrên ewlehiyê nehatin girtin. Di tevahiya pêvajoyê de îdiaya întîxarê hat kirin. Bi lez û bez fermana nepenîtiyê li ser dosyayê hat dayîn û tu agahî nehat parvekirin. Derbarê dîtina cenazeyê Rojînê de li ser medyaya dîjîtal hat ragihandin ku hîna parêzer û malbatê jî ji dozê agahdar nebûne. Rapora otopsiyê pir dereng hat eşkerekirin û dema ku der barê rapora otopsiyê de agahiyên li ser medyaya dîjîtal belav bûn, parêzerên dozê bi tu awayî nehatin agahdarkirin. Hat gotin ku şîfreya telefona wê neşikestiye."
 
'Zehmet e ku mirov bawer bike Rojîn întîxar kiriye'
 
Zeynep Tagtekîn, anî ziman ku doza Rojînê bi tevahî li ser îdiaya întîxarê ye û bi bîr xist ku piştre derket holê ku piştî gelek bûyerên bi navê întîxarê jin hatine qetilkirin. Zeynep Tagtekin got, “Dema rewşên bi vî rengî hebin, mirov bawer nake ku Rojîn întîxar kiriye. Her wiha biryara nepenîtiyê li ser dosyayê hat dayîn û xebatên lêgerînê li qadeke gelekî kêm hatin girtin. Em dikarin bibêjin ku ew xebatek e ku bi israr rê li ber ronîbûna tiştan digire. Zanîngeh hîn jî ji bo jinên ciwan ne ewle ye. Di rapora otopsiyê ya Rojînê de sedema mirina Rojîn xeniqîne hat diyarkirin, lê çawa xeniqiye, di avê de xeniqiye, kesekî ew xeniqandiye û avêtiye avê, yan jî kesekî ew xistiye nava golê? Bijîşkên ku otopsî kirin diyar kirin ku di zikê Rojînê de xwarin heye û dema ku Rojîn winda bibûya dê bedena wê bi rengekî din bûya. Gava ku em van li ber çavan bigirin, meriv dikare bibêje ku îdiaya xwekuştinê hîn qelstir e."