Rojnameger Kîbriye Evren: Tundiyek bi ziman tê afirandin heye

  • 09:03 21 Mijdar 2024
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz 
 
ÎZMÎR - Rojnameger Kîbriye Evren der barêbandora zimanê zayendperest a li ser tundiya li ser jinan axivî û got tundiyek biz iman tê afirandinê heye.  Kîbriye Evren got gotinên zayendperet û heqeretên li jinan ji polîtîkayên desthilatdariyê serbixwe nîne û divê çapemenî zimanê xwe baş bide runiştandin.
 
Berbi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî jin li dijî zext û tundiya mêr têkoşîna xwe diomînin. Rojê herî kêm 4-5 jin tên qetilkirin û bêguman gelek sedemên vê hene. Di roja îro de bi taybet tevgerên zayendperst pir tên normalkirin û bikaranîn. Ev esasa tundiya li ser jinê ava dike.
 
Rojnameger Kîbriye Evren der barê mijarê de axivî û bi lêv kir ku ji ber gotinên zayendperest û heqeretan, ziman vediguhere alva tundiyê û got di vê mijarê de berpirsyariyek mezin dikeve ser çapemeniyê û divê hişmendî bê zêdekirin.
 
‘Tundiyek bi ziman tê kirin heye’
 
Kîbriye Evren got gotinên zayendperest û netewperest yên desthilatdarî dimeşîne jinan hedef digire û ev newekheviyek cidî derdixe holê. Kîbriye Evren wiha got: “Ev tundî ne tenê bi ziman, di tundiyê de jî newekheviyek heye. Li ser jinan tundiyek cidî heye. Em vê binpêkirina mafê kes dinirxînin. Tundiyeke bi ziman tê afirandin heye. Tundiya li ser ziman tê afirandin ji gotinên desthilatdariyê serbixwe nîne. Gotinên ‘tu jinî, keçî, li mala xwe rune, cihê jinê mala wê ye’ tundiye. Ev tundiya ji ser ziman tê kirin badorek mezin li ser jiyana kes dike.”
 
‘Tundî ji zimanê tê bikaranîn cuda nayê nirxandin’
 
Kîbriye Evren daxuyakirin ku rojê 4-5 jin tên qetilkirin û ev ji zimanê ku tê bikaranîn cuda nayê nirxandin û wiha pê de çû: “Ziman heman demê de alavek parastinê ye û di rewşa ziman rast bê bikaranîn de wê başbûn jî pêkan be. Di civakê de li ser bedena jinê heqeret tên kirin. Ne tenê li kolan an jî qada cemawerî li her derê tundî heye. Pirtûka nivîskarekî mêr bixwînin, wekê ku nivîskariyek baş bi dirûjê dibe, nêrînek wisa heye. Di pirtûka nivîskarekî ku têgehên mirov nikarin bidin ser ziman de ev tên dîtin. Gotin û heqeretên zayendperest, girêdayê netewperetiyê ye jî. Me ev rewş di pêvajoyên rêveberiyên xweser de dît. Di wê pêvajoyê de ligel dijûnên zayendperest me, netewperestî jî zêde bû.”
 
Di heqeret û gotinên zayendperest de rola çapemeniya desthilatdariyê
 
Kîbriye Evren daxuyakirin ku bikaranîna têgehên zayendperest ji polîtîkayên desthilatdariyê serbixwe nîne û got çapemeniya alîgirê desthilatdariyê jî vî zimanî bikar tîne û wiha dirêjî dayê: “Zimanê çapemeniyê de bi lez nav civakê de blav dibe. Civak tê manîpulekirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi taybte şexsê jinan de li dijî civakê ziman bikar tîne. Vê jî bi çapemeniya alîgir dike. Çapemenî wek alava manîpulasyona mezin tê bikaranîn. Ziman wek teşeyê tundiyê bi hevkariya çapemeniyê tê belavkirin. Em ji nûçeyan mînak bidin. Piştî qetilkirina Narîn Guran gotinên zayendperest ketin dewrê. Li hember dayika wê gotinên zayendperest xistin dewrê. Divê çapemenî ziman rast bide runiştandin.”