Ji Şaredariya Peyasê semînera 'Tundiya Dijîtal'

  • 08:55 21 Mijdar 2024
  • Rojane
 
AMED - Gerînendetiya Xebatên Jin û Malbatan  ya Şaredariya Peyasê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê de, ji bo jinên ciwan ên li Akademiya Zanînê qursê digirin, semînera “Tundiya Dijîtal” li dar xist.
 
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê de, li Akademiya Zanînê ya şaredariyê semînerek bi navê 'Tundiya Dijîtal' ji jinên ciwan re hat dayîn. Semînera ku li ser mijarên tundiya dijîtal çi ye, li ku derê tê dîtin û neyîniyên ku şîdeta dijîtal di jiyana jinên ciwan de çêdike çi ne, bi pirs û bersivan bi dawî bû.