Hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan

  • 16:12 9 Mijdar 2024
  • Rojane
 
STENBOL/ENQERE - Li Stenbolê û Enqereyê di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de hat xwestin girtiyê nexweş Dede Anil û Melek Akgun bên berdan. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 659’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin girtiyê nexweş Dede Anil ê ji sedî 98 astengdar e û rewşa wî giran e ku li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa L a Marmarayê tê ragirtin, bê berdan. 
 
Nevzat Açan metna daxuyaniyê xwend û xwest Dede Anil ê ku gelek nexweşîn lê peyda bûne û rewşa wî giran bê berdan. 
 
Enqere
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 531’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çaçakî li dar xist. Çalakî li Cadeya Sakaryayê pêk hat. Vê hefteyê balê kişandin ser rewşa girtiya nexweş Melek Akgun a li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê tê ragirtin. 
 
Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û xwest Melek Akgun û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.