Li Xelfetiyê nobeta li dijî qeyûm di roja 6'emîn de ye

  • 11:39 9 Mijdar 2024
  • Rojane
 
RIHA - Li Xelfetiyê çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin, di roja şeşemîn de didome. 
 
Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin, di roja şeşemîn de berdewam dike. Welatî di saetên serê sibehê de li ber şaredariya ku hatiye dorpêçkirin kom bûn. Li aliyekî hêrs û nobeta li dijî qeyûm didome li aliyekî jî piştevaniya ji bo nobetê berdewam dike. Rêxistina DEM Partiyê ya Bazarcixê serdana çalakiya nobetê kir. 
 
Tê payîn di nava rojê de şandeyek ji Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk tê serdana nobeta li dijî qeyûm bikin.