Hejmara rojnamegerên li Xezayê hatin qetilkirin bû 184
- 11:17 9 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin hejmara rojnamegerên ku di êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 184.
Êrişên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an de bê navber didomin.
Ofisa Medya ya Hikumetê ya li Xezayê daxuyaniyek niviskî da û derbarê rojnamgerên di encama êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane agahî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin nuçegihanê Radyoya “Dengê Ciwanan” a xwecihî Halid Ebu Zir ji aliyên Îsraîlê ve hatiye qetilkirin.
Di daxuyaniyên de hat diyarkirin hejmara rojnamegerên ji detspêka êrişên Îsrailê yê li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 184 û êrişên Îsrailê yê li ser rojnamegerên Filistînê şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî, saziyên cihanê yên têkildarî xebatên rojnamegeriyê kir ku derbarê Îsrailê de ji ber sûcên ku kiriye li dadgehên navnetewî doz vekin û ji bo sûcên li dijî rojnamegerên Filistînê û sûcên qirkirinê werin rawestandin zextê lê bikin.