Berxwedana li dijî qeyûman bi şev jî dewam kir

  • 11:08 9 Mijdar 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Ciwanên taxên Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman tevahiya şevê li ber xwe dan.
 
Çalakiyên li taxan ên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Êlihê di roja 5’emîn de bi berxwedana ciwanan didome. Ciwanên ku li taxên Huzur, Cûmhûriyet, Emeklî TOKÎ, Pazaryeri, Hîlal, Karşiyaka, Petrolkent, Baglar, Korike, Bayındır, Cûdî û Petrolê daketin qadan, gotin “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”. Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmên “Qeyûm wê biçe, gel wê were” û “PKK gel e gel li vir e” berz kirin.
 
Polîsan bi gaza îsotê, guleyên plastîk û TOMA'yan êrîşî meşa ciwanan kir. Ciwanan bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiv dan êrîşê.
 
Berxwedana ciwanan a li taxan heta derengiya şevê dewam kir.