‘Li ku serdestiya mêr hebe li wir tundî heye’
- 09:04 9 Mijdar 2024
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Parêzer Zeynep Can di zêdebûna tundiya li ser jinê de balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û wiha vegot: “Çavkaniya vê pergale. Li cihekî pergala serdest a mê hebe li wir jin tundiyê dibînin û tên qetilkirin.”
Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de tuniya li ser jinan her diçe zêde dibe. Li gorî daneyên meha cotmehê yên ajansa me kom kirine 43 jin hatine qetilkirin û 22 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. Polîtîkayên bêcezahiştina gumanbaran jî cesaretê dide gumanbaran.
Parêzer Zeynep Can der barê mijarê de axivî. Zeynep Can da zanîn ku qetilkirinên jinan, tundî jiber polîtîkayên bêcezahiştinê pêk tên û got: “Dema jin tundiyê dibîne, tê şopandin, zextan dibîne serî li edaletê dide lê encamê nagire. Vê rewşê jî em anîne vê notkeyê. Mêrê carekê sûc dike tevî tê gilîkirin cez anagire. Min gotibû bêcezahiştinê em anîne vê notkeyê. Mêrên cesaretê digirin her roj jinan qetil dikin, destdirêjiyê dikin. Li cihekî pergala serdest ya mêr hebe li wir li ser jinan her tim tundî heye.”
‘Ne gumanbar jin tên cezakirin’
Zeynep Can bi lêv kir ku roj bi roj qetilkirina jinan zêde dibe û het aku cezayen giran neyên dayîn wê ev wisa bidome. Zeynep Can wiha domand: “Heta sererastkirinên nû neyên kirin wê heman polîtîka bidomin. Em ê her roj bi qetilkirina jinan şiyar bibin. Em ê bi van re bên rû hev. Hevzayenda me Çîlem Dogan hebû. Mêrê ku fuhuş lê ferz dikir, zext lê dikir, kuştibû. Çîlem bi cezayê meubetê hat darizandin. Encamê de 15 sal cez alê hat birîn. Em di vir de mêrên bêceza tên hiştin û jinên tên cezakirin dibînin.”
Piştî Peymana Stenbolê tundî zêde bû
Zeynep Can daxuyakirin ku piştî ku Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiyaye tundiya li ser jinan û tablo hîn bêtir giran bûye û wiha vegot: “Peymana Stenbolê ewil jia liyê welatê me ve hat îmzekirin û ji aliyê welatê me hat feshkirin. Hebûna vê peymanê ji bo paratina jinan gelke girîng bû. Lê piştî fehskirina peymanê tundî zêde bû. Mêran ji vê cesaret girtin. Gotin emê bikujin çend salan razên û bên berdan. Me ev pir dît. Ji ber vê sererastkirinên nû, xebatên nû bên kirin.”
‘Divê ewil mêr bên sekinandin’
Zeynep Can wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ewil ne parastina jinan divê ewil bên bên rawestandin, pêşî li mêran bê girtin. Ji bo paratina jinan sererastkirinên nû yên divê bên pêşxistin hene. Lê breiya vê divê pêşî li mêran bê girtin. Ger pêşî li mêran bê girtin wê jin jî bê parastin. Li dijî tundiyê parastina cewherî girînge. Lê divê ev tenê ji jinê re neyê hiştin.”