Têkiliyên Başûrê Kurdistanê: Yekîtiya neteweyî ya bi pêşengiya jinan
- 09:05 7 Tebax 2024
- Ramyarî
Dîlan Babat
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera berê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran ku serdana Başûrê Kurdistanê kir, diyar kir ku di hevdîtinan de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her wiha lezkirina xebatên yekîtiya neteweyî ya di pêşengiya jinan de derketiye pêş.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan, Gulcan Kaçmaz Sayigit, Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û Tevgera Jinên Azad (TJA) di navbera 25-31’ê Tîrmehê de çûn serdana Başûrê Kurdistanê. Di serdanan de gelek mijarên wekî pirsgirêkên Tirkiyeyê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, yekîtiya neteweyî, têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin.
Parlamentera berê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran derbarê naveroka serdanên xwe de nirxandinan kir.
Tecrîda Îmraliyê
Ayşeyê diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdetir bibe rojeva raya giştî ev demeke dirêj e têdikoşin û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di dîrokê de nedîtî ye. Ayşeyê got, “Tirkiyeyê di sala 1999’an de birêz Ocalan girt. Ji wê rojê heta niha bi hevalên xwe re li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye. Ne tenê li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, 25 sal in tecrîdeke sîstematîk tê meşandin. Destûr nayê dayîn ku malbat, parêzer û heyetên siyasî pê re hevdîtinê bikin. Ji cîhana derve hatiye îzolekirin. Di van 25 salên borî de serdanên demkî hene, lê yek ji van serdan ne li gorî hiqûqa Tirkiyê û ne jî li gorî hiqûqa navneteweyî, rêzecivînek sîstematîk a hevdîtinan pêk nehatiye. Berê bi hincetên wekî 'koster xira bû' hevdîtin dihatin astengkirin. Ev 41 meh in tu xeber ji Birêz Ocalan nayê girtin. Tifaqa AKP û MHP'ê bêyî hincetekê di bin navê 'cezayên dîsîplînê' de hevdîtinan asteng dike. Fikareke mezin heye ku ev 41 meh in tu xeber ji Birêz Ocalan nayê girtin."
'Li Başûr jî xebatek li dijî tecrîdê heye'
Ayşeyê bi bîr xist ku kampanya "Ji Ocalan re Azadî, çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd" ev 5 meh in dewam dike û destnîşan kir ku li 185 navendan komîteyên kampanyayê hatin avakirin û kampanya bi desteka cuda dewam dike. Ayşeyê got, “69 xelatgirên dawî yên Nobelê banga rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, misogerkirina azadiya fîzîkî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kirin. Em dikarin bibêjin ku ji kampanyayên îmzeyan heta nameyên ji bo CPT’ê, ji meşa dirêj ve çalakbûn û reaktîfeke pir cuda derket holê. Di serdanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de me ev kampanya ji wan re rave kir. Em li ser vê yekê bi wan re axivî. Li Başûr li ser vê mijarê xebat berdewam in. Li aliyekî me diyar kir ku ev piştgirî wê zêdetir bibe û divê her kes li ser milê xwe dengê xwe bide vê kampanyayê. Wan jî piştgirî da vê mijarê. Me li ser ‘Her kes dikare çi bike’ nîqaş kir.
Yek ji rojeva wan êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ye
Ayşeyê anî ziman ku yek ji rojeva wan êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ye û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê û êrîşên li ser çar parçeyên Kurdistanê ji hev serbixwe nayên meşandin. Ayşeyê got, “Êrîşên li dijî Rojava û êrîşên li dijî siyaset û civaka demokratîk a li Tirkiyeyê ji hev ne serbixwe ne. Kêliya ku em serdanê dikin, wekî kêliyek şikestî li pêş me radiweste. Em dizanin ku di vê pêvajoya ku peymanên sed salî tên nûkirin de ne tenê Kurd, hêzên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn jî ji bo xwe xwedî rojevek in. Ajandayeke Tirkiyeyê heye û di her platformê de rojeva xwe bi awayekî bêperwa îfade dike. Tirkiye venaşêre ku dixwaze sînorên Peymana Netewî berfireh bike, dixwaze di sedsala 21’ê de dîsa xeyalên xwe yên neoosmanîzm pêk bîne û li herêma Kurdistanê jî vê yekê pêk bîne. Di hemû hevdîtinên me de bi awayekî bingehîn armanca Tirkiyeyê çi ye diyar dikirin. Wan diyar kirin ku êrîşên vê carê ne demkî ne, Tirkiye dixwaze van êrîşan mayînde bike, nebûna helwestek hevpar a di vê mijarê de hem cihê rexne û hem jî xwe-rexnekirinê ye. Wan destnîşan kirin ku Kurdan di hemû pêvajoyên ku bi dengekî hevpar re bertek nîşan dane de destkeftî bi dest xistine. Em dikarin Kobanê weke mînak bidin. Bi berteka hevpar a Kurdan Kobanê ji êrîşa DAIŞ'ê hat rizgarkirin û bi nêzîkatiya hevpar a Kurdan em li Kobanê pêvajoyeke nû ya avakirinê dibînin."
'Gavên berbiçav hewce ne'
Ayşeyê anî ziman ku çima di vê pêvajoyê de Kurd li hev nehatin û wiha got: “Me diyar kir ku di van pêvajoyan de nikarin ruhê yekîtiyê pêk bînin. Hewldana yekîtiya neteweyî hebû, biryara lidarxistina kongreya netewî heta sala 2016’an hebû. Diviyabû di sala 2017’an de li Başûr bihata lidarxistin, lê mixabin ji ber nêzîkatiya PDK’ê ya li hemberî vê pêvajoyê kongreya netewî nehat lidarxistin. Îro em jî weke hemû Kurdên çar parçeyan di bin bandora vê yekê de ne. Ev xala sereke bû ku wan hemûyan xêz kiribû. Diyar kirin ku ji Amedê heta Mahabadê, ji Kobanê heta Hewlerê hemû Kurdistan di êrîşa hêzên navneteweyî ya bi destê Tirkiyeyê de ji hev ne serbixwe ye. Digotin divê di zûtirîn demê de hemû Kurd di vê mijarê de refleks nîşan bidin. Di vê mijarê de daxwazên her kesî hebûn, lê di vê mijarê de pêwîstî bi avêtina gavên berbiçav heye. Pêdivî ye ku bi zelalî were destnîşan kirin ku kê ew şikandiye û çima. Ev yek bi zelalî hate gotin, ne di navbera rêzan de, lê di dawiyê de divê were zanîn ku li aliyekî van êrîşan hevkarek heye. Me dît ku ne tenê di navbera partiyên siyasî de di nav gel de jî pêwîstî bi hevkariyê heye. Divê her kesê li dijî van êrîşan bibe xwedî daxwaz û nêzîkatiya xwe. Wan diyar kirin ku ev serdan girîng in û divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne. Nerazîbûn hene, lê me dît ku hewcedarî bi helwest û rêberiyek zelaltir heye.”
Girîngiya veguhestina ezmûna têkoşîna jinê
Ayşeyê anî ziman ku li Hewlêr û Silêmanî bi aktîvîstên jinan re hevdîtin pêk anîne û diyar kir ku wan dît ku tecrîd çawa li çar parçeyan derketiye holê. Ayşeyê bal kişand ku atmosfera li Başûr di vê heyamê de cuda bû û got, “Me bi awayekî zelal dît ku çaresernebûna pirsgirêka Kurd ne tenê parçeyekî, hemû parçeyan bi hev ve girêdide. Di derbarê zêdebûna şîdetê bi taybetî di encama polîtîkayên şer de û krîza aborî herî zêde li jinan hatiye, daxuyaniyên jinan dan. Li gel van jî girîngiyeke bingehîn li ser pêkanîna yekitiya neteweyî ya di pêşengiya jinan de hebû. Em dizanin ku hemû çalakî û çalakiyên bi pêşengiya jinan me ber bi destkeftiyên bingehîn ve dibe. Bandora ku me ji jinên li wir girt ev bû; Ev dewleta perçebûyî bandorek mezin li ser jiyana jinan dike. Nêzîkatiya herî bingehîn a jinan di vê mijarê de lezkirina xebatên yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd e. Wan anî ziman ku hevgirtina jinan û yekitiya neteweyî çiqasî girîng e. Têkoşîna azadiya jinên Kurd di têkoşîna jinê de xwedî ezmûn e. Di xebatên li Başûr de destkeftiyên me hene, destkeftiyên jinan hene. Li Iraqê jî mîna Tirkiyeyê êrîşên dewleta navendî li ser destkeftiyên jinan hene. Wan diyar kir ku veguhestina ezmûnê hewcedariyek bingehîn e."
Pêvajo dê çawa bixebite?
Ayşeyê anî ziman ku di serdanê de pêşniyarên ji bo çar parçeyên Kurdistanê derketine holê û diyar kir ku divê di demên pêş de ev pêşniyar bên zelalkirin. Ayşeyê got, “Tişta ku me kir ne hevdîtinên dîplomatîk bû, em gelên ku ji hev ne cuda ne û em rastî vê nêzîkatiyê hatin. Dibe ku em ji aliyê sînoran ve bên dabeşkirin, lê em heman gel in. Pêwîst e bi vê perspektîfê çalakî bên domandin. Girîng e ku ev têkilî berdewam bin da ku planên berbiçav bên kirin. Ne me û ne jî di civîna me de nêzîkatiyeke wisa nebû ku dagirkerî tenê polîtîkaya Tirkiyeyê ye. Divê were dîtin ku êrîş di bin çavdêriya hêzên navneteweyî de tên kirin. Tirkiye sûcê şer dike û bi sedan gund hatine valakirin. Di vê mijarê de bêdengiya hêzên navneteweyî nayê qebûlkirin. Divê xebatên bi saziyên navneteweyî yên li dîasporayê re berdewam bikin û ji bo Iraqê jî ev têkilî bidomin. Ev rewş weke pêvajoyeke serbixwe ji hikûmeta Iraqê nayê dîtin. Her çiqas herêmeke federal be jî welatekî din tê û li ser axa we bi cih dibe. Divê ev danûstandin li Iraqê berdewam bin, lê li aliyê din li her devera ku Kurd lê hene divê çalakî berdewam bin."