Danasîna strana hilbijartinê ya 'Dema Star' hat kirin
- 11:21 18 Sibat 2024
- Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî de staneke nû ya hilbijartinê ya jinan amade kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bernameya têkildarî danezana hilbijartinê ya li Enqereyê de strana hilbijartinê ya nû ya jinan eşkere kir. Gotinên stranê “Dema Star” ji hêla dengbêj Xalîde ve hatine nivîsandin û muzîk û aranjeya wê jî aydê Kemal Yildirim e. Stran ji hêla Jin MA û Axînê ve hat strîn.
Gotinên stranê wiha ne:
Dema Star
Xwediyê dîroka kevnar
Dîrok hûnande her car
Xwezayê re bû hevpar
Dem wek rojê hîv û ar
Xwediya kofî û kitan
Rîşê şaran hûr badan
Sûret bi deq û nîşan
Ew vîn ewj jin û jiyan
Azadiya jin û jiyan
Dem e ya dengê te
Dem xwebûn e, deng bide
Dem e ya dengê te
Derkeve ser baniyan
Xweşke rake tililiyan
Rabe êdî dema me
Dem ji bo me bû star
Dem li gund û bajaran
Serhedê heya Botan
Kulîlkên li deşta xerzan
Amed heya Behdînan