'Divê em her derê Kurdistanê veguherin qada berxwedanê'
- 09:06 16 Sibat 2024
- Ramyarî
Rabîa Onver
AMED - Yek ji Meşvanên Azadiyê Newroz Uysal Parlamentera DEM Partiyê wiha got: “Ger ku di tecrîdê de bê israrkirin û her derê veguherin tecrîdê em ê jî berxwedana birêz Ocalan li Îmraliyê mezin kiriye, li her derê Kurdistanê pêş bixînin.”
Meşa Mezin a Azadiyê ku bi armanca azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1’ê Sibatê de hat destpêkirin û 15’ê Sibatê de bidawî bû, ji du baskan Wan û Qersê hat destpêkirin.
Yek ji Meşvanên Azadiyê parlamentera Patiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal meşa ku 15 rojan berdewam kir nirxand.
*We de 1’ê Sibatê de Meşa Azadiyê da destpêkirin. Fikra meşê çawa derket holê, çima we got ‘Meşa Mezin a Azadiyê’?
Me di roja ewil a meşê de got. Ev meşa azadiya gelê Kurd e, meşa hesreta azadiya gelê Kurd e. Ev daxwaza azadiyê bû. Lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd di roja îro de bi Birêz Oclan re bûye sembol û watedar bûye. Azadiya Kurdan bi rihê berxwedan, rol û watedarkirinên ku Birêz Ocalan bixwe re afirandiye, hatiye vê asstê. Me Meşvanên Azadiyê jî ev meş wek çareseriya pirsgirêka Kurd îfade kir.
Çima me got ‘Meşa Mezin a Azadiyê’, ji ber ku 25 sal e Birêz ocalan li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Di vî 25 salî de gelek meş, kampanya, deng, hest, nivîs, helbest û pirtûk derketin. Ev hemû li ser hev zêde bûn û heta îro hatin. Ev sê sal e kampanya ji bo Ocalan azadî gihişt asta herî jor. Meşên azadiyê li Kurdistanê pêk hatin. Tevî zext û rejîmê, polîtîka tecrîdê me ev meş wek Meşa Azadiyê îfade kir.
*Çima du bask û çima Wan û Qers hat tercîhkirin?
Divê çend roj be? Ji bê destpêkirin? Divê çend kes bimeşin? Yên dimeşin divê kî bin? Ji roja fikra meşê derket holê şûnde gelek nîqaş û pêşniyar hatin kirin. Divê li eniya Tirkiyeyê meş hebe an na? Gelek nîqaş hatin kirin ku meş ji ku derê Kurdistanê bê destpêkirin û biqedin. Biryar hat dayîn. Azadiya Birêz Ocalan ne tenê azaidya Kurd û Kurdisanê ye. Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan dixwaze. Ev rastiyeke birêz Ocalan azadiyê temsîl dike. Herî zêde jî Kurd û Kurdistan hesreta azadiyê ye. Ji ber vê fikra ku wê meş bi du baskî û ji Kurdistanê bê destpêkirin derket holê.
*Meş bi 75 kesî hat destpêkirin? Hûn dikarin hinekî vebikin?
Hinek tişt sembol in. Qers yek ji cihên ku têkoşîna azadiyê ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirinê bû. Yek ji sedema tercihkirina Qersê ev bû. Ne tenê ku bajarekî sînor yê Kurdistanê bû. Baskê Wanê jî ji ber bajarê herî mezin yê navbera Serhed û Botanê bû hat tercîhkirin. Carnan hejmar carnan cih sembolan ava dikin. Hejmar jî ji ber temenê 75’an yê Birêz ocalan hat tercihkirin. Hejmara me 75 bû. Di vê pêvajoyê de ji bo 25 saliyê 25 kes jî hatin nîqaşkirin. Lê 75 kes hatin hilbijartin. Pêşengî jinan kir û di nav van 75 kesan de ji her bawerî û nasnameyan kesan cih girt.
*Berê meşên berb Îmraliyê pêk hatibûn. Yekem car salvegera komployê de berbi Amarayê ve meş pêkhat. Çima?
15’ê Sibatê ji bo Kurdan roja reş hatiye îlankirin. Di heman demê de roja xwedî derketina sekna fikrên Birêz Ocalan e. Di heman demê de dîroka berxwedan û têkoşînê jî ye. Me meşa xwe rastî vê rojê anî. Bi salane bi çalakiyên xwedî derketinê komplo vala hat derxistin û ev hem ji aliyê Birêz Ocalan hem ji aliyê gelek kesî ve hatiye îfadekirin. Me xwest em di vê rojê de meşa azadiyê mezin bikin û bersivê bidin.
*Ez dixwazim hun meşa we 15 rojan berdewam kiriye hinek binirxînin. Çawa derbas bû çi hat jiyîn?
Em li ser riyên xwe çûn gundan, navçeyan, navendan. Me bi gel re govend gerand, em tevli bîranîn û bernameyên cuda bûn. Piştî bernameyan em bi gel re runiştin me stran gotin û nivîsa der barê Birêz Ocalan ya di parêznameya 5’an de xwend. Atmosfera hat afirandin gelek cuda bû. Dema roja me diqediya mirovan bi israr em vexwedixwendin mala xwe. Dixwestin me bikin mêvan. Di dema meşê de axaftinên der barê meşa azadiyê de dihatin kirin. Dixwestin me nas bikin. Dema em li malan belav dibûn welatî piştre dîsa dihatin malên me. Me carek din dît ku gelê Kurd xwedî li daxwaza azadiya Birêz Ocalan derdikeve. Ez di vê mijarê de spasiyên xwe dikim. Malên xwe ji me re vekirin, em pêşwazî kirin.
Tevî hemû tiştî tevî hemû êşan gelê Kurd hîna li ber xwe dide.
*Li her cihê hûn man we kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Di vî alî de we balkkişand ser dîroka berxwedana Kurdistanê. Hûn di vê mijarê de dixwazin çi bêjin?
Piştî hilbijartinên 2023’an de em ketin pêvajoyek rexne û xwerexnekirinê. Gelek rexne ji bo partiya me hatin kirin. Ji ber vê me di vê meşê de dît ku gel çi dixwaze. Gel ne tenê nîqaşên rojane yên siyasetê, gel dixwaze mijarên rast yen bedel hatine dayîn jî eleqeyê bibînin. Em çûn ku derê me serdana malbatên hîna cenazeyên xwe negirtine, girtiyên 30 sal şûnde hatine tahliyekirinê kir. Me çîrokên wan guhdar kirin.
*Di meşê de tişta herî zêde hûn jê bi bandor bûn çi bû?
Li Panosê di pêşwazîkirinê de me govend gerand. Jin, dayik, ciwan hebûn. Em derbasî meşê dibûn apekî ku porê wî spî bû bi lez berbi me hat û ez li pêşiyê bûm. Ez hembêz kirim û got ‘min zanî Panos ne bêxwediye, gelê me ne bêxwediye’. Vê gotinê bandorek meizn li ser min kir. Li Agiriyê em bûn mîvanê malbatekê. Keça malbatê ya 13 salî Berîtanê bandorek mezin li ser min kir. Tevî temenê biçû gelek xwe gîhandibû, pirgirêka Kurd gorî xwe li gorî temenê xwe di astek jor de temem kiribû.
*Hûn berê çibûn Amarayê an jî di vê hatinê de we çi hîs kir?
Ez berê jî gelek caran hatim Amarayê. Di 2008’an de dema xwendekara lîseyê bûm hatim. Ez bi dayika xwe re di nava komekê de hatim. Piştre dema li Stenbolê xwendekar bûm hatibûm. Dema min parêzeriya Birêz Ocalan dikir dîsa çibûm Amarayê.Niha çûyîna min a Amarayê ji her carê din cudatir e. Tê wateya fînala meşa 15 rojan.
*Ji vir şûnde hûnê çi bikin, wê meşa azadiyê çawa bidome?
Meşa azadiyê ne meşeke 15 rojan e. Îro li her derê cîhanê ji bo azadiya birêz Ocalan daxwaz bilind dibe. Li her derê cîhanê meş pêk tên. Daxwaza hemû meşa jî azadiya Ocalan e. Piştî vê meşê hemû çalakî bername û meşên bên kirin wê berdewama meşa azadiyê be. Ji ber vê jî ez dibêjim ku her der meşa azadiyê ye. Tenê bila em di hiş û zimanê xwe de azadiyê bidin jiyîn.