'Neçareserkirina pirsgirêka kurd mekanîka darbeyê zindî dihêle'
- 15:43 5 Çile 2024
- Ramyarî
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît biryara Dadgeha Bilind a derheqê Can Atalay de -nirxand û got: “An em ê maf û azadiyên bingehîn biparêzin an jî dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin.”
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî rojevên heyî li Meclisê daxuyaniyê da. Gulîstanê di serî de Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku 8 sal berê li Siopiyayê hatibûn qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Di 5’ê çileyê de Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatin qetilkirin. Her cara ku em diaxivin, axaftina xwe bi bîranînê dest pê dikin. Ev yek cihê xemgîniyê ye.”
Piştre jî Gulîstanê bal kişand ser îşkenceya li wargeha Zanîngeha Koçê hatiye kirin. Gulîstanê, diyar kir ku xwendekar ji ber nasnameya xwe ya kurdbûn û elewîbûnê îşkence li wan hatiye kirin û wiha domand: “Ev ne mînakeke ewil e. Êrîşên bi vî rengî çavkaniya xwe ji îktîdara AKP-MHP’ê digirin. Me nûçeyên têkildarî vê êrişa nîjadperest de şopandin. Mixabin têkildarî mijarê tişta pêwîst nehatiye kirin, hewl didin vê bûyerê veşêrin, xwendekarê rastî êrişê hatiye ji zanîngehê hatiye dûrxistin û têkildarî êrişkaran tu pêvajo nehatine destpêkirin.”
'Mohra xwe li binê darbeyê da'
Têkildarî biryara Dadgeha Bilind a ji bo Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay jî Gulîstanê wiha got: “Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind, di 8’ê mijdarê de mohra xwe li bin biryareke mîna darbeyê da û got ku dê bi biryara AYM’ê neke. Parêzerên Atalan cara duyemîn serî li AYM’ê dan û cara duyemîn biryara binpêkirina maf hate dayîn. Lê mixabin 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li şûna ku bi biryarê bike, ji 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind re şand. Wê jî mohra xwe li bin darbeya darazî da û hedê xwe derbas kir.”
Bi domdarî gulîstanê ev tişt anî ziman: “Ev demekî dirêj e em vê pêvajoya darbeyê dijîn. Me gelek caran got ku neçareserkirina pirsgirêka kurd, mekanîka darbeyê zindî dihêle.
Biryarên MKG'ê
Lê divê bê zanîn ku ev mekanîka darbeyê piştî biryara MGK’ê ya di 30’ê cotmeha 2014’an û di 24’ê tîrmeha 2015’an bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê kete meriyetê. Sedema vê jî serkeftina HDP’ê ya 7’ê hezîranê ye. HDP bi 80 parlamenteran kete Meclisê û vê yekê ew tirsand. Bi lez û bez tifaqa dijminatiya li kurdan ava kirin û ji wê rojê heta niha êrişî kurdan, siyaseta demokratîk û qadên din dikin.
Di 20’ê nîsana 2016’an de tevî ku li dijî destûra bingehîn jî bû parêzbendiyên parlamenteran hatin rakirin. Yên ku wê demê digotin ‘li dijî destûra bingehîn e lê em ê bibêjin erê’ jî di vê krîza darazê ya niha de heye. Heke wê demê rê nedabûna darbe û bêhiqûqiyê, belkî îro me ev tişt nîqaş nedikirin.
Doza girtina HDP'ê
Bi vê jî bisînor neman. Di 4’ê mijdarê de hevserokên me yên giştî, parlamenter û gelek hevalên me hatin girtin. Bi vê jî qayîl nebûn. Di sala 2016’an de piştî hewldana darbeyê OHAL ragihandin û bi destê KHK’ê endezyariya siyasî kirin û hewl dan tevahiya pergalê biguherînin. Li HDP’ê doza girtinê vekirin. Bi doza kompasê ya Kobanê hewl didin cezayên herî giran bidin 108 hevalên me.
Ji 7’ê Hezirana 2015’an heta niha ev welat di tarîtiye de ye
Ji ber vê sedemê ye ku ev welat ji 7’ê hezîrana 2015’an heta niha di tarîtiyê de ye. Mixabin ji bilî me tu kes vê tarîtiyê ronî nake. Lewma weke partiyeke rastî darbeyên darazê hatî, me tiştên îro tên jiyîn pir zû de ferq kiribûn.
Vê li ser navê kê dibêje?
Mehmet Uçum dibêje; ‘Em derbasî pergala serokatiyê bûn, ji hêla xwe ve me pergaleke nû ava kir lê di halê hazir de di nava pergalê de hinek astengî hene. AYM biryarên ne li gorî dilê me dide. Lewma divê AYM û destûra bingehîn bê guherandin.’ Dibêje ku divê AYM bê bêîtîbarkirin û bêrayekirin. Gelo Mehmet Uçum van li ser navê kê dibêje? Ji ber ku daxuyaniyên Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk û Erdogan bi xwe hene. Mehmet Uçum piştî biryara ewil a Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind, bi awayekî vekirî tiliya xwe li AYM’ê dihejand. Di vê nîqaşê de qesr alî ye. Hewl dide rejîma xwe ava bike û rejîma yekzilamî saxlemtir bike.
Em van hewldanan qebûl nakin
Em ê van hewldanan qebûl nakin û mimkin nîne ku li hemberî vê bêdeng bimînin. Di axaftinên Omer Çelîk ên duh de eşkere bû ku sedema bingehîn a krîzê destûra bingehîn e. Digot ku heta destûra bingehîn a heyî hebe, dê krîz mezintir bibin. Em jê vê bibêjin; nîqaşa li ser destûra bingehîn a nû yek ji nîqaşên sereke ya Tirkiyeyê ye. Me jî gelek caran got ku hewcehî bi destûreke bingehîn a piranîparêz, azadîxwaz û li gorî rêgezên laîktiyê heye. Lê em ji axaftin û kiryarên AKP’ê dibînin ku di serê wan de destûreke piranîparêz û demokratîk tune ye. Destûreke bingehîn a wisa digerin ku dê xelk bibêje ‘xwezî bi Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê.’ Dixwazin destûreke bingehîn a hêj bêhtir otokratîk û despotîk ku hemû maf û azadiya bisînor dike çêbikin. Dixwazin vê rêveberiyê mayînde bikin û faşîzmê sazûman bikin. Lewma divê em rê nedin vê hewldanê.
Divê em biryarê bidin
Niha du rê li ber me hene. An em tevek dê weke hemwelatiyên vî welatî dê mafên bingehîn û azadiyan biparêzin, an jî dê destûreke bingehîn a ku welêt di nava tariyê de bihêle li me were ferzkirin. Û em tevek yek bi yek dê di nava vê tarîtiyê de winda bibin. Banga me ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ew e ku werin gel me û em bi hev re li dijî vê darbeyê li ber xwe bidin. Em vê banga xwe ji bo Meclisê dikin; divê xwedî li temsîliyeta gel daye wan derkeve. Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind dixwaze weke qeyûm li Meclisê bê tayînkirin. Divê em li dijî vê feraseta qeyûm bi hev re têbikoşin.
Banga li serokê meclisê
Banga me ji bo Serokê Meclisê ye; divê biryara Dadgeha Bilind teqez li Meclisê neyê xwendin. Ji ber ku biryara wê, ji muxtirayên darbeyê yên berê cudatir nîne. Banga me li Nûman Kurtulmuş ew e ku biryarê nexwîne û xwedî li vîna Meclisê derkeve.
Mexdûrê vî karî û vê pêvajoyê jî Can Atalay e. Mîna tevan weke parlamenter hat hilbijartin lê sond nexwar û nikare peywirên xwe yên parlamenteriyê bi cih bîne. Çima tê ragirtin? Ji bo armancên esasî yên AKP’ê. Ji bo avakirina Tirkiyeya nû, AKP wî di girtîgehê de radigire. Em careke din dibêjin ku bi biryara AYM’ê bikin û Atalay tavilê serbest berdin.”