‘Desthilatdarî hewl dide li dijî tecrîdê, elîtên netewperest xurt bike’
- 09:02 2 Kanûn 2023
- Ramyarî
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Burcugul Çubuk a HEDEP’yî diyar kir ku desthilatdarî bi tecrîda Îmraliyê peyama berdewamkirina polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn dide û bêdengiya sosyalist û hêzên demokrat ên li dijî tecrîdê rexne kir. Burcgulê daxuyakirin ku desthilatdarî bi helwesta xwe hewl dide hêzên elît ên netewperest xurt bike û got wê çalakiyên Gemlîkê jî bidomin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin tecrîde giran de li Îmraliyê tê girtin 33 meh in agahî jê nayê girtin. Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin her carê bi hinceta cezayên dîsîplînê tê redkirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demorkasiyê (HEDEP) jî bi armanca hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin. Di rojên borî de ji bo protestokirina tecrîdê cara duyemîn ber bi Gemlîkê ve meşiyan.
Parlamentera HEDEP’ê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk ku tevli meşa Gemlîkê bû û got wê çalakiyên wan bidomin û her wiha ji ber hêzên sosyalîst û demokrasiyê tevli çalakiyê nebibûn rexne kir. Burcugulê wiha got: “Tecrîd ji aliyê desthilatdariyê ve tê mezinkirin. Divê ev xet bê tasfiyekirin.”
‘Tecrîd her tim hebû’
Burcugulê da zanîn ku Îmrali li ser tecrîdek giran hatiye avakirin û got: “Abdullah Ocalan tenê li wir hat girtin û bi vê xwestin bê îrade bihêlin. Lê negihiştin armanca xwe. Ji serî de tecrîd hebû. Di pêvajoya çareseriyê de jî tecrîd hebû.Tenê heyet dikaribûn biçin û bê. Li girtîgehên Tirkiyeyê jixwe girtî ji mafên xwe fêdeyê nagirin.”
‘Gel dixwaze em biçin hevdîtinê’
Burcugulê wiha domand: “Sê sal in hevdîtinek telefonê jî nehatiye kirin. Me ji bo teşhîrkirina tecrîdê daxwaznameyek da wezareta dadê. Hemû gel dixwaze hevdîtinek bê kirin. Me xwest em vê pêk bînin. Lê bêdengiyek heye. Ji bo vê çareseriyek tune ye. Di alî tenduristî, psîkolojîk de di çi rewşê de ye? Hinceta redkirina serlêdanan jî cezayên dîsîplînê ne. Berê hincet ‘şertên hewayê bûn, xerabûna kosteran bû’. Niha cezayê dîsîplînê yên li pey hev tên dayîn in. Tiştekî wisa nabe. Di pêvajoya çareseriyê de jî ev helwest hebû.”
‘Rastiyan ji bo ewlehiya xwe nabêjin’
Burcugulê di berdewamiyê de wiha nirxandin kir: “Em dizanin ku aştî nayê xwestin. Ji bo serdestiya xwe mayînde bike di pêvajoya çareseriyê de gavek avêt. Lê piştre bi hinek komploya pêvajo bidawî kir. Ji ber vê jî cezayên dîsîplînê yên nû dide. Belkî jî cezayên dîsîplînê aydê wê demê ne. Ji ber vê jî hinceta ewlehiya xwe aşkera nakin.”
‘Peyama ku li alî şer in didin’
Burcugulê da zanîn ku tecrîdê hem di lijneya giştî hem jî di komîsyonan de tînin ziman û wiha bi lêv kir: “Bi tecrîda ku li Îmraliyê pêk tînin, peyama domandina şer ali Rojhilata Navîn didin. Di heman demê de dibêjin wê tecrîdê li hemû girtîgehan sistematik bimeşînin. Herî dawî li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jin derneketin lijneya şopandina îdarî. Ji ber ev der bûne mekanîzmayên darazê. Tecrîda li Îmraliyê tê meşandin bi armanca şikandina îradeya hemû girtiyan pêk tê.”
‘Desthilatdarî hewl dide li dijî tecrîdê, elîtên netewperest xurt bike’
Burcugulê destnîşan kir ku helwesta desthilatdariyê ya li hember Îmraliyê, elîtên netewperest xurt dike û wiha dirêjî dayê: “Sosyalîst ji paşerojê de ye têdikoşin û bi vê hewl dide pêşî li tasfiyeya wan bigirin. Bi behskirina Îmraliyê vê dike gayrîrewa. Lê ji zarokatiya me de rastiyek vê hebû. Desthilatdarî hewl dide elîtên netewperest xurt bike. Li dijî tecrîdê divê têkoşînek eneternasyonal bê dayîn.”
‘Divê şerê Rojhilata Navîn û Afrîkayê li ber çavan bê girtin’
Burcugulê daxuyakirin ku aliyekî bazirganî yê tecrîdê jî heye û wiha bi lêv kir: “Ev ji şerê Israîlê venaqete. Îro li Rojhilata Navîn û Afrîkayên şer hene. Ev çawa bandor dike divê bi awayekî enternasyonal em deynin holê. Bi awayekî balkêş em vê kêm jî bikin sosyalîst demokrat li vir dinêrin û nîqaş dikin. Di asta navneteweyî de îdeojî jî tê nîqaşkirin. Di dîrokê de jî wisa dibe. Pêşeng xeteke îdeolojîk xêz dikin. Serdest jî dixwazin van xetan ji holê rabikin. Îro jî wiha tê kirin. Ji ber vê di tecrîdê de îro pêngaveke wisa heye.”
‘Bi Rojava re hat fêmkirin ku çima têkoşîn tê dayîn’
Burcugulê diyar kir ku AKP-MHP di asta navneteweyî de siyasetê dike û ji ber vê muxatabên wan ji dewletan wêdetir gel in û got: “Em dibînin ku îro gel kolanan baş bi kar tînin û li dijî hikûmetan di serhildanan de ne. Li dijî faşîzmê têkoşîn bilind kirine. Bi taybet bi Rojava re îro têkoşîn bi çi armancê tê dayîn, baş tê fêmkirin.”
‘Divê têkoşîna yekbûyî bidome’
Burcugulê balkişand ser têkoşîna yekbûyî ya gelan û wiha daxuyand: “Cîhan hîna li Rojava û Tevgera Azadiya Kurd dinêre. Ligel vê li tecrîda li ser Birêz Ocalan jî dinêrin û nîqaş dikin. Akademîsyen tiştekî dikin rewşenbîr titşekî û gel jî titşekî di dikin. Li gorî min a pêwist têkoşîna yekbûyî ya hemû gelên cîhanê ye. Ev du sal in ber bi Gemlîkê ve meş pêk tê. Di pêvajoya dawî de di meş û çalakiyên pêk hatin de tevgera sosyalîst û demokrat ên Tirkiyeyê tunebûn. Pêkhate kêm bûn. Vê mijarê tenê wek mijara Kurd dibînin. Lê ev pirsgirêkek cidi ye. Li gorî min ji bo polîtîkayên binpêker ên li Tirkiyeyê bidawî bibin divê hemû kes bi hev re têkoşînê bidin. Meşa Gemlîkê jî yek ji van qadan e. Tirkên tevli meşa Gemlîkê bûn jî hemû endamên HEDEP’ê bûn an jî HEDEP’ê dişopînin bûn. Divê soyalîst û demokrat fêm bikin ku ne hêza aslî ya dewletê ne.”
‘Çalakî wê zêde bibin û xurt bibin’
Burcugulê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji dema Osmaniyan de kesên li maf digeriyan neçar mane derkevin çiyan û ne tenê Kurdistan, li Egeyê navê Efeyan ji ber vê derketiye eşqiyabûnê û wiha dawî lê anî: “Meşa Gemlîkê berê hatibû astengkirin. Vê carê em ê hîn bêtir qerebalix biçin. Tevî hemû astengiyan em qerebalix çûn. Em ê çalakiyên hîn bêtir xurt pêk bînin. Em ê çalakiyan zêde bikin.”