Navên ji bo hevserokatiya DBP'ê hatibûn pêşniyarkirin diyar bûn
- 13:01 5 Mijdar 2023
- Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Di konferansa DBP’ê de Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir ji bo Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû hatin pêşniyarkirin.
Beriya 6’emîn Kongreya Awarte ya li Enqereyê, di konferansa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê de ji bo hevserokatiya giştî nav hatin pêşniyarkirin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk ku demek berê navê wê weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hatibû guherandin Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ji bo hevserokatiya giştî ya nû hatin pêşniyarkirin.