Jina bi nivîsandina helbestê mîrateyek li dû xwe hişt: Jîla Huseynî
- 09:04 27 Îlon 2023
- Portre
Roza Metîna
NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvana kurd Jîla Huseynî ya di 15 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir mîrateyeke giranbiha li dû xwe hişt. Jîlaya ji pirtûkxaneya bavê xwe feyzeke mezin girt di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da û li dû xwe di heman demê de êşeke mezin hişt. Wê bi helbestên xwe êş, evîn, têkoşîn û rastiya civaka kurd raxist pêş çavan.
Helbestvana kurd Jîla Huseynî ya di temenê xwe yê biçûk ê 15 salî de dest bi nivîsandina helbestan kiriye di 21'ê Îlona sala 1964’an de li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke kurdewar û bi helbestê eleqedar dibe, hatiye cîhanê. Jîla bi pênûsa xwe ya giranbiha helbestên xwe yên ji dil honandine. Bapîrê Jîlayê di warê helbestan de kesekî berbiçav bûye. Bavê wê dadwer û zanyar Mehran Huseynî jî xwediyê pirtûkxaneyek dewlemend bûye. Mehran di warê pêşketina helbestê de xwedî rol û risteyeke taybet e. Ev yek jî ji bo Jîlayê şansek mezin bû. Mehran dixwest keça wî Jîla jî di warê helbestê de xwe pêş bixe. Li ser daxwaza bavê xwe Jîlayê dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Wê jî bi vî rengî kevirek li helbesta kurdî zêde kiriye. Jîlayê ji pirtûkxaneya bavê xwe ya dewlemend û helbestvaniya bapîrê xwe sûd girtiye. Li ser vê esasê baweriya wê jî pêş ketiye û xwe avêtiya nava behra helbestan.
Jîla hîn di 15 saliya xwe de bi pismamê bavê xwe Vefa Huseynî re tê zewicandin. Jîlaya bi helbestên xwe derdikevin pêş wekî gelek jinên kurd di temenê biçûk de tê zewicandin. Ji vê zewacê keçek wan a bi navê Bihar Zuhre çêdibe. Jîla û Vefa Huseynî li hev nakin loma jî piştî pênc salan şûnde dev ji hev berdidin. Piştî heft sal dikeve navberê şûnde Jîla li Saqizê bi Şahrez Nusodî re dizewice. Ji vê zecawê keçeke wê ya bi navê Jîna û kurekî wê yê bi navê Ramîn çêbûn.
Jîlayê bi nivîsandina helbestê hestên xwe tîne ziman
Jîlayê rastî, êş, evîn, têkoşîn û bextewariyên civakê bi helbestên xwe tîne ziman û dibe evîndara pênûsa xwe. Jîlayê bi nivîsandina helbestê hestên xwe tîne ziman. Helbestên helbestvana hêja Jîla bi gelek zimanan hatine çapkirin û belavkirin. Wê di heman demê de xwe di nava behra çîrokan de jî dakiriye. Çîrokên ku ji bo ziman û wêjeyê xwedî cihekî taybet in nivîsandiye. Bi nivîsandinê wê ziman pêş xistiye. Di heman demê de wê serpêhatî jî nivîsandiye. Wê ji ber helbestên xwe yên dewlemend û giranbiha gelek kesayetên girîng jî dîtiye û nas kiriye. Di heman demê de wê peywendî bi helbestvanê mezin û giranbiha Şêrko Bêkes re jî daniye.
Xwe ji gelek aliyan ve pêş dixe
Helbetvana hêja û bi qîmet Jîla Huseynî pirtûka xwe ya destpêkê ya bi navê “Ber Bayê Çû” bi zimanê farisî nivîsandiye. Jîlayê tenê di warê helbestê de xwe pêş nexistiye. Jina jêhatî Jîlayê di salên 1984-85’an di radyoya Seqizê de bi kurdî bernameya “Em û Guhdarvanên Hêja” pêşkêş dike. Jîlayê piştî dest bi pêşkêşvaniya vê bernameyê dike şûnde êdî berhemên bi kurdî çap dike. Ew gelekî pirtûkan dixwîne, ji xwendina pirtûkan gelekî hez dike. Bi vê re zimanê wê yê nivîsandinê jî dewlementir dibe. Ew helbestên xwe li ser mijarên cuda dinivîse. Ew di destpêkê de bêtir helbestên xwe li ser mijarên jin, herikbariya jiyanê û hezkirinê dinivîse.
Li dijî qalibên feodal li berxwe daye
Jîlayê bi helbestên xwe ji civakê re bûye eynikek. Di salên şoreşa Îranê de bi helbestên xwe li dijî qalibên feodal, zihniyeta baviksalarî li ber xwe daye û ew ji bo jinan bûye mînaka cesaretê. Wê li hemberî hişmeniya mêr a jinan diçewisîne serî rakiriye. Çong ji daxwaz û zilma mêran daneyniye. Li hember helwesta kesên helbestvanên jin tune hesibandiye li berxwe daye. Wê hest û daxwazên jinan derxistiye pêş. Wê li dû xwe mîrateyeke giranbiha ya di warê wêjeyê de, hiştiye. Niha jî gelek jinên kurd û yên cîhanê feyzê ji vê jinan jêhatî digirin.
Ew di nava wêjeya kurdî de bû yek ji stêrkên li asîmanan
Jîlayê di jiyana xwe de bi kesayetên giranbiha yên ji wêjeya kurdî xizmet kirine peywendî daniye. Bi vê têkiliyê re xwestiye têkoşîneke hevpar a di warê wêjeya kurdî de derxe pêş. Bi helbestkarê nemir û hêja Şêrko Bêkes re jî têkiliyek daniye. Pêşgotina pirtûka wê ya bi navê “Mirina Rojê” Şêrko Bêkes nivîsandiye. Piştî koça wê ya dawî ev berhema wê ji weşanxaneya Aramê ya li Bakurê Kurdistanê bi tîpên latînî derketiye. Şêrko di pêşgotina pirtûkê de ji bo helbestvana ciwan Jîla ya ji bo dîtina wî di rê de qeza derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye wiha dibêje: “Bi nameyan Jîlayê ji nêz ve nas dikim, girêdana wê ya bi helbestan re weke helbest aşiq û ew jî meşûq be. Ji bo azadiya axê, azadiya jinan û azadiya gotinê nivîsandiye.” Wê di rêya têkoşîna ji bo ziman û wêjeya kurdî de jiyana xwe ji dest da. Ew di nava wêjeya kurdî bû yek ji stêrkên li asîmanan.
Bi qezayê koça dawî dike
Di sala 1995’an de pirtûka Jîla ya helbestan bi navê “Geşeyî Evîn” hatiye weşandin. Pirtûka wê ya bi navê “Qelay Raz” jî sala 1998’an hatiye weşandin. Di 27'ê Îlona sala 1996’an de dema Şêrko Bêkes diçe Tahranê Helbestvana jîr û jêhatî Jîla bi keça xwe ya deh mehî ya navê wê Jîna ve diçe pêşewaziya wî. Li nêzî Seqizê bi qezayek trafîkê li gel keça xwe Jîna di temenê 32 saliya xwe de koça dawî dike. Bi vê xeberê re xemgîniyeke mezin di nava gelê kurd de ava dibe.
Jiyana Jîlayê dibe belgefîlm
Piştî Jîlayê jiyana xwe ji dest dide şûnde li ser jiyana wê belgefîlm tê çêkirin. Jiyana Jîla Huseynî ji aliyê sînemagera Rojhilatê Kurdistanê Şîrîn Cîhanî ve bûye mijara belgefîlmekê jî. Bi vê belgefîlmê ew têkoşîna Jîla ya ji bo wêjeya kurdû û ji bo gelê kurd dîsa di hafizaya gelê kurd de zindî dibe.
Helbesta bi navê “Şîret” a Jîlayê li ser rûpela înternetê ya Asoya Helbestên Kurdî jî tê weşandin.
Bendek helbesta “Şîret” a Jîla Huseynî:
Eger bû û te jinek dît
bejna wê bi xewê xemilandî be
çavên wê kiz û xembar bin
lêvên wê ziwa û qelişî bin
û te ez pê şibandibim
neveciniqe
nebêje wêneyê vê hejarê
di albûma raburiya min de
yadîgar e