Kenê Eylemê li azadiya Rojava zêde bû

  • 09:11 27 Hezîran 2020
  • Portre
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Şervana BOG’ê Eylem Ataş ya di azadîbûna Mînbîcê de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenaza wê 101 rojî şûnde dan malbata wê. Çar sal di ser bûyerê re derbas bû. Eylem ya Yoruka Edeneyê bû û şoreşgera enternasynalîst bû, piştî xwe mîrateya têkoşîneke mezin hişt.
 
Eylem Ataş şoreşgereke enternasyonalîst ya di 2014’an de di hewldanên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn da bû. Eylem Ataş ya 23 salî ya li ser banga bilindkirina eniya şer a şoreşger tevlî bû, bi navê Heval Cemre di 2015’an de meha mijdarê de çû Bakurê Sûriyeyê û tevlî Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) bû. Eylemê piştî dewra perwerdehiyê di sibata 2016’an de tevlî çalakiya Tişrîn bû û çalakî bi serkeftî encam bû û bi Tabura Azadiya Enternashonalîst re li qasa Siluk peywir girt.
 
Bi pêngava Mînbîcê re li dijî DAIŞ’ê tevlî şer bû. Di 27’ê hezîrana 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Cenaza wê tevî hemû hewldanan 101 roj şûnde dan malbatê û anîn Edenê. Jinan li taxa Şakîrpaşa cenaze pêşwazî kirin û li goristana Kuçuk Oba hat definirin.
 
Di salên lîseyê de têkoşîn nas kir
 
Malbata wê ji navçeya Aladag a Edenê Tirkmen-Yoruk bû. Eylem di salên lîseyê de tevlî Dev-Lîs bû. Li gelek bajaran xebat meşand û piştre tevlî Şoreşa Rojava bû. Navê Heval Cemre girt, navê xwe ji hevala xwe ya PKK’î Heval Yeşîlgoz ya li Dêrsîmê jiyana xwe ji dest dabû, girt. Eylemê gelek tişt di jiyana xwe ya 13 salan de bicih kir û di nameya li pey xwe hiştibû de diyar kir ku ji bo bedena bê can zarokan li peravan nexîne tevlî têkoşînê dibe.
 
Birayê wê Huseyîn Ataş dema Eylem vedigot ev tişt dianî ziman: “Eylem kesek hestiyar, dilê wê bi hezkirin tije bû. Girêdayê dostên xwe bû, her wiha li dijî dijiminê xwe jî evqas tûnd bû. Kenekî wê yê xweş hebû, kesên kêfa wan tunebûna kêfxweş dikir. Ji zarokan hez dikir. Dema çû Rojava nameyek hiştibû û gotibû ji bo zarokan diçe. Hezkirina xwe ya zarokan carek din nîşan da. Dema li Enqereyê bû zarokên li kolana Konur û Yuksel destmal difrotin gelek ji wê hez dikirin. Eylemê bi hezkirina xwe dikaribû hemû cîhanê hembêz bike.”
 
‘Li hember mirî îşkence kevneşopiyeke dewletê ye’
 
Huseyîn di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Îşkenca li hember mirî kevneşopiyek dewletê ye. Belkî rêbazeke herî qirêj û xerab ya dij min e. Piştî mirina Eylemê pêkanînên wisa li me hat ferzkirin. 101 rojî em li her derê Tirkiyeyê ketin berxwedanê. Di dawiyê de çawa ku me Azîz anî, me Eylem jî anî axa Çukurovayê. Eylem keseke bi cesaret û hêrs bû. Rêhevalek baş bû. Bi dehan bîranînên me hene bi Rêhevala min re. Li ku bindestek hebûna Eylem li wir bû.”
 
‘Em dikarin têkoşînê ji wan fêr bikin’
 
Huseyîn di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Mirov bi lîstikên cur bi cur bê pêşeroj tên hiştin. Li dijî vê tişta em bikin, eve ku em dikarin ji Eylem û hevalên Eylemê gelek tiştî fêr bibin. Divê em pêşerojeke li gorî mîrateya wan ji me re hiştiye ava bikin.”
 
Ji Rizgahiya Jinan Yeşîm Tukel jî hevala xwe Eylem vegot û balkişand ser têkoşîna azadiya jinê. Yeşîmê wiha got: “Cenazeya Eylemê 101 rojî dan sekinandin. Berê jî ya heval Azîz Guler 59 rojan dan sekinandin. Êrîşa li hember cenazeyan kevneşopiyek dewletê ye. Hiqûqa xwe tune dihesibînin û bi awayekî dijmirovahî îşkencê li bende miriyan dikin. Ev li dijî têkoşîna hevalên me yên bi rumet, eciyeteke mezin e. Herî dawî cenaza Agît Îpek yê PKK’î bi kargoyê şandin ji malbatê re. Hewl dan cenaza Îbrahîm Gokçek birevînin, di cenazeya Helîn Bolekte bombeyên gazê avêtin. Ev jî eciyeta li dijî cenazeyan carek din nîşan dide. Bêguman em ê wek duh îro jî li dijî van êrîşan berxwe bidin. Em ê vê rûyê qirêj yê dewletê teşhîr bikin.”