Piştî şoreşa Jînayê anatomiya polîtîk a bedena jinê
- 09:05 18 Cotmeh 2024
- Nîqaşên Jineolojiyê
Di tevgera jiyanê de, ku ji Kurdistanê destpê kir û li her derê belav bû, têkoşînek cuda hat afirandin. Jin ji dilê kevneşopiyên dîrokî derketin û têkoşînek afirandin. Li gorî nêrîna Hobsbawm kevneşopiyên nûbûnê, kenveşopiyên afrîner in. Ev çalakî û faliyet nirxên xwe mayînde dike. Ev çalakî heman demê de nûbûn û normên xurt bûne îfade dike.
Beyan Ezizi
Di îlona 2023’an de serhildana Jin Jiyan Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê derketiye holê, ji zayendek kûr bandor kiriye. Daxwaz, dirûşme û hincetên ev tevgera protestoyî ava kir, li dijî newekheviya civakî û pergala desthilatdariyê têdikoşe. Heman demê de normên baviksalar, kevneşopiya çandî û klîşe jî rexne kiriye. Parsîsa cih û demî, bedenê afirandiye. Berxwedan û têkoşîn deyndarê jinan e. Yên dixwazin anatomiya siyasî û kirdeya siyasî qels bikin, ji bo qadên otorîter gelek girîng e. Di tevgera jinayê de ku bi pêşengiya jinan pêk hatiye, bi hezaran kes bi tundiya polîs re hatin rû hev, mirin û girtin pêk hatin.
Êrîşa li hember beden êrîşa li hember maf e. Jinên çalakger, dijberbûna xwe bi hebûn, bedena xwe îfade dikin. Dema vê bi bedena xwe dike jî tenê bi ziman, al û pankartan û çapemeniyê nake. Heman demê de çalakiya siyasî ya herî mezin a nayê dîtinê ye. Ji bo guherîn bên avakirin, xerabûnên civakî bên avakirin divê beden tezahur bibe. ‘Tezahurek min ji bo kesên din heye, heman demê de ya wan jî ji bo min heye’. Yanî atomosfera navbera me de dibe kirdeya hêzê û ev tezahur destûr nede, xwedî li cih derkeve, hatina gel hev, wê veguhere şoreş û serhildanan. Em ne fenomenên ku hev dibînin. Divê dengê me bê bihîstin. Heman demê de beden ji nedîtîve bên wê piştevanî mezin bibe. Hebûna beden ji bo me hemûyan dibe rewşa ferz.
Dema pergal bêje beden ne aydê te ye û wisa teşe bike, dema bedena min qetil bike, şermezar bike an jî înkar bike ez ê serî hil bidim. Ez tenê ji bo xwe tunebe; bedena min li dijî înkarê serhildêr e. Bedena min tenê serhildana min temsîl nake. Ev beden di tevgerê de ye. Ev tevger girîng e. Tu beden qada tezahurê naafirîne. Ev performans ne tenê bi bedena min navbera bedenan de pêk tê. Bi saya vê dema bedena min çalakiyek siyasî pêk tîne ev bi tena serê xwe tevnagere. Çalakî navbera bedenan de dertê holê. Di tevgera Jin Jiyan Azadî de jinên bûn nûnerên siyasî, bedenek wan ya siyasî heye. Ev bedena siyasî li Kurdistanê derketiye holê û li dijî mulkiyeta li ser beden têkoşîn daye. James Connelly'nin di pirtûka Work in Irish History vê bi berfirehî vedibêje. Di vê rewşê de hêmayên nûbûnê pir aşkera ne. Dîroka bûye parçeyek zanîna şoreşê yan jî îdeolojiya netew-dewletê; ne hişekî kolektîf e. Ev dîrok ji aliyê kuratoran ve hatine teşekirin û pêşkêşkirin.
Kevneşopiyê nûbûnê yên jinan
Di tevgera jiyanê de, ku ji Kurdistanê destpê kir û li her derê belav bû, têkoşînek cuda hat afirandin. Jin ji dilê kevneşopiyên dîrokî derketin û têkoşînek afirandin. Li gorî nêrîna Hobsbawm kevneşopiyên nûbûnê, kenveşopiyên afrîner in. Ev çalakî û faliyet nirxên xwe mayînde dike. Ev çalakî heman demê de nûbûn û normên xurt bûne îfade dike.
Engels di pirtûka xwe ya ‘Li Almanyayê Şerê bi Kok’ de wiha dibêje: “Şehîd û qehremanên Alman yên kevneşopiyên wan yên nû yên mayînde kirine û xistine bin garantiyê hene.” Em dikarin vê gotinê, bi aliyên siyasî, civakî û jiyanê bigirin dest. Dîrok û kokek ku kevneşopiyên nûbûnê diafirîne hene. Jin Jiyan Azad jî lehengên wê, qurbanî û şehîdên wê hene. Mirovên ji navenda vê kevneşopiyê zêde dibin û heman demê de xwedî taybetiyeke girîng in ku vê nifş bi nifş dibin pêşerojê.
Ya ji farsî werger kiriye: Pune Aştiyani
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘bedena têkoşer’ wê bê weşandin.
Ev nivîs ji hejmara 28’emîn a dosya bi mijara ‘Rojilat’ a kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.