Li Peyasê semînera 'Tundiya li ser Jinê'
- 11:04 21 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gerînendetiya Xebatên Jin û Malbatan a Şaredariya Peyasê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, di heman rojê de li çar cihan bi sernavê ' Qanûna bi hejmara 6284 û Tundiya li ser Jinê,' semîner da jinan.
Gerînendetiya Jinan a Peyasê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, di çarçoveya kampanyayê de bi dirûşima "Soza me neqediya ye, em ê bi hev re li dijî şîdetê bisekinin!" di heman rojê de li çar cihan semîner ji bo jinan hatin dayîn.
Di heman rojê de çar semîner
Li Taxa 500 Evler, Taxa Huzurevleri, Çarçiya Keda Jinê û avahiya xizmetê ya şaredariyê semînerên bi sernavê “ Qanûna bi hejmara 6284 û Tundiya li ser Jinê” hatin dayîn.