Têkiliya cil û bergan a bi nasnameyê re û cihê têkoşîna hebûnê
- 09:04 5 Tîrmeh 2024
- Nîqaşên Jineolojiyê
Elif Kaya
“Cil û berg parçeyekî girîng a hebûna me ye. Di dema dibistanê de min ferq kir. Wê demê bi hişmendiya zarokatiyê min armanca van polîtîkayana nizanibûn. Lê hestên min digotin. Di vê mijarê de tiştekî ku hêzê bide min tunebû. Ne malbat xwedî vê hişmendiya polîtîk bû ne jî têkiliyên min. Min xwest cîhanê nas bikim."
Em di vê vegotinê de çîroka bi mîlyonan jinên Kurd dibînin. Her kes niha bi mîlyonan Kurdên ku asîmîle bûne difikire. Bi înkarkirina nasnameyê re cil û bergên civakê hatin bê nirxkirin û bê îtîbarkirin. Girîngiya cil û bergan çiye. Çi îfade dikin. Ez ê li ser vê bisekinim.
Çîroka hebûna cil û bergan-nasnameyê
Miorvan ji kengê de hewcedarî bi cil û bergan dît? Ji zindiyên din cuda kengê hewcedarî bi lixwekirina cilan dîtin. Ji van pirsan re bersiv mijara sereke ye. Bêguman dîroka cil û bergan digêhêje berê. Hîna gotina ewil nehatibû gotin, hevoka ewil nehatibû gotin ev derketiye holê. Bi çîroka Adem û Hewayê dest pê dike.
Bi îfadeyek din dema ku mirovan lixwekirina cilan nizanibûn, hişmendiya ez kî me tunebû tê venasîn. Hewa ji darê fêkî digire dixwe û piştî vê Adem û Hewa ku ferq dikin tazî ne hewce dibînin xwe bigirin.
Ne tenê girtina cihên mahremê, li dijî serma û germê bi armanca parastina beden mirovan hewce bi girtina beden dîtiye. Ewil belgên daran bi kar anîne, postên sewalan bi kar anîn.
Ev hewcedarî bi demê re karakterek civakî qezenc kiriye. Bi nasnameyê re bûye sîmge. Yanî terza cil û bergan bi civakbûnê re bûne nasname. Reng, teşe, alav, xeml nasnameya civakê nîşan dide.
Cil û berg şopa erdnîgariya lê tê jiyîn jî nîşan dide. Em li dora xwe binêrin. Terza cil û bergan a her herêmê her erdnîgariyê cuda ye. Reng û teşe dertên pêş. Mirovên li çolê dijîn cilên spî dirêj li xwe dikin. Ji bo parastina serî egalan bi kar tînin. Li çiyan mirov yanî ji bo Kurdan şal û şepik, fîstanên dirêj û fireh. Li herêma ekvator civak ji ber avhewayê hewce bi zêde girtinê nabînin.
Ji ber vê terz li gorî civaka diguhere. Em hinek bi kûrahî binêrin li gorî baweriyan û erdnîgariyan ev bi rehetî tê dîtin. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku cil û berg li gorî hewcedariya jiyanî teşe girtiye. Lê di nava demê de veguheriye terzê. Di alî cil û bergên Kurdan de em dikarin vê bibînin. Li Rihayê bi germbûnê re û li Serhedê bi sermayê re ev diguhere. Serhed qat qat cil û bergan li xwe dikin. Lê Rihayî xeftanên dirêj û fireh li xwe dikin.
Bi cudahiyan re têkiliya çanda aborî ya cil û bergan jî dertê holê. Yanî terza cil û bergan a civakê li gorî dîrok, aborî, tiştên hatine jiyîn statuyê digire. Heta li gorî temen, zayend, zewicandî an ne zewicandî jî diguhere. Aliyên ku rewşa wan a aborî baş e cil û bergên hîn kalîtetir li xwe dikin. Aliyên rewşa wan ne baş jî kalîteya wan kêm li xwe dikin. Statuya civakî di cil û bergan de jî xwe didin der.
Kesên di şînê de cilên reş li xwe dikin, yên nû zewicandî hîn bêtir rengîn li xwe dikin. Êzidî rengên şîn li xwe nakin û giranî spî li xwe dikin. Jinên Cizîrê bi sedsalan e çarşefên reş li xwe dikin û ev jî şîngirtina Mem û Zînê îfade dike. An jî piştî Enfalê jinên Başûr bi giranî reş li xwe dikin û ev jî îfadeya şîngirtinê ye.
Cil û berg di heman demê de statuya civakî jî nîşan didin. Mînak jin zewicandiye, an na, hevjînê wan hene an na, nû zewiciye an ji zû de. Ev hemû bi cilan tên îfadekirin. Ev ji bo cilên mêran ne mijara gotinê ye. An jî wisa derneketiye pêş. Lê bi jinan ev bi rehetî tê dîtin.
Di vî alî de cil û berg bi teşe dibe û rengên xwe karekterên civakê, netewê temsîl dike. Rengên tên bikaranîn li gorî bawerî, felsefeya jiyanê, dîrok û çandê tê ziman.
Di cil û bergên Kurdan de wateyên tê hewandin
Cil û berg li gorî herêman, bawerî, eşîr û statuyê diguhere. Heta li gorî cih û war jî diguhere. Rojane diguhere. Li derve û hundir diguhere. Li gorî vê hatiye çêkirin.
Di rengan de wateyên cuda hene. Mînak spî saftî, paqijî, zelalî îfade dike, sor agir, jiyanê tesmîl dike. Ji ber vê cilên jinên Kurd pir ne sor bin jî piranî tê bikaranîn. Yek ji esasên ku cil û bergan temam dike serê xwe girtine. Ji xemlekê wêdetir dibe parçeyek girîng a temamkirina cil û berg.
Her wiha xişir, alavên girîng ên ku cil û bergên jinên Kurd temam dike ye. Li gorî herêman cudahiyan bihewîne jî zêr, zîvên bi eniyê re tên berdan, hemû cureyên din ên xişir dibin parçeyek girîng a cil û bergan.
Dîsa li gorî daxwazên jinên Kurd li bedenê deq jî wek parçeyek cil û bergan hatiye nexşkirin. Ne tenê li rû û stû, li dest û lingan jî ev deq hatine çêkirin.
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘di têkoşîna hebûnê de berxwedana cil û bergan’ wê bê weşandin.
Ev nivîs ji kovara jineolojiyê ji hejmara 29’an a mijara dosya ‘bakur’ hatiye girtin.
Di çarçoveya lêkolînekê de ji roportaja bi H.A re hatiye kirin re hatiye girtin.