Ekolojiya civakî

  • 09:04 12 Çile 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Murray Bookchîn xweza duyemîn, wek xweza çandî, civakî û polîtîk vedinasîne. Diyar dike ku  mirovahiyê bi zanebûn mudaxaleyê xweza yekemîn kiriye û bandor lê kiriye û pêşketina xwezaya duyemîn di esasê vê de pêş ketiye.
 
Nagihan Akarsel 
 
Ekolojiya civakî di 1970’ê de hatiye rojevê. Pêşengiya wê Murray Bookchîn kiriye, têkiliya xweza-mirov lêkolîn dike. Dibêje cureyê mirovahiyê xeleka dawî ya peresendiyê ye. Armanc dike ku bandora mirovan a li ser xwezayê derkeve holê. Murray diyar dike ku pirsgirêkên ekolojiyê ya serdema me girêdayê xerabûna peresendiya organîk e. Girîngiya ekolojiya civakê xwedî nêzîkbûna ku xwezayê esas digire ye. Hedef dike her du xwezayê bîne gel hev senteza wan biafirîne. Xweza ewil wek cîhana organîk dikare bê venasîn. Ya duyem jî hemû nirxên mirovan afirandine dihewîne. Yanî mirov û civakîbûn di nav xwezaya duyemîn de ye.
 
Murray Bookchîn di pirtûka Felsefa Ekolojiya Civakî de xwezaya yekem wek peresendiya teşeyên jiyana cîhana organîk a her dayîm binav dike. Abdullah Ocalan di pirtûkên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk û Sosyolojiya Civakî de xweza yekemîn wek têgehek bi nakok dibîne û balê dikşîne ser pirsgirêkên pêşketina cudabûnên bêdawî ya di newekheviyên wek enerjî-made, ya tê dîtin-nayê dîtin, fîzîk-kîmya, nebat-sewal, zindî- nezindî û dibêje: Dema xweza yekem û duyem bi baldarî bê lêkolînkirin bandora kûr a cudabûnên kirde-nesne tê dîtin. Ev jî ne cudabûnek başe, qe nebe divê biçe cudabûnek bi şert û merc.”
 
Murray Bookchîn xweza duyemîn, wek xweza çandî, civakî û polîtîk vedinasîne. Diyar dike ku  mirovahiyê bi zanebûn mudaxaleyê xweza yekemîn kiriye û bandor lê kiriye û pêşketina xwezaya duyemîn di esasê vê de pêş ketiye.
 
Murray wiha dibêje: “Di pêşketina van teşeyan de yên pêş ketine fikr û ziman e. Cureyê mirovahiyê van taybetiyan dihewîne. Ev taybetî di xweza yekemîn de mirovan dibe qada bi taybet.”
 
Di vir de xweza yekemîn an jî xweza biyolojîk wek ‘xweza, ya hişmendiya xweser nahewîne’ tê vegotin û di civaka mirovahiyê de di navbera xweza yekemîn û duyemîn de zemînek têkiliya hiyerarşik ava dibe. Peresengiya xweza derveyê mirovahiyê di encama pêşketinek bê hişmendî de dîtin, mirovan ji perensendiyê derdixe û mirovahiyê dike xwedawend.
 
Lê di xwezayê de her hebûn hişmendiyekê nîşan dide. Mirov xwe parçeyek xwezayê dibîne û wek xeleka dawî ya peresendiya xwezayê bicih dike. Li şûna xwezayên yekem û duyem ji hev cuda bên nirxandin, Abdullah Ocalan  wiha dibêje: “Xweza civakê ya herî girîng ev e ku xwedî hêza avakirin û kapasîteyeke bilind a zîhn e. Bêguman di xwezaya yekemîn de jî hêza xwe avakirinê heye. Lê li gorî xweza civakê xwedî pêşketinek giran, hişk û qels e.”
 
Murray di her derfetê de balê dikşîne ser têkiliya hiş a bi perensediya civakî re. Di vir de polîtîkbûna têkiliya di navbera xweza yekemîn û duyemîn de  jî datîne holê. Abdullah Ocalan jî peresendiya organîk û peresendiya civakî wiha îfade dike: “Peresendiya civakî ji ya organîk pir cuda ye. Hişmendîbûn ji bo dewlemendkirina civaha organîk an jî ji bo hilweşîna wê dikare bê bikaranîn. Wek îro jî tê dîtin, hiyerarşi, çîn, dewlet, mulkiyeta taybet û raqîbên aboriyê di reqabetek mezin de aboriyek bazarê mohra xwe li xwezaya duyemîn dixe.”
 
Tişên wek hiyerarşî-çîn-dewlet ku ekosîstemê xera dikin, zirarek mezin dide diyalektîfa jyana xwezaya yekemîn û xweza civakî. Wek hucreyên nexweşiyê xwe zêde dikin û hucreyên baş ên jiyanê jî bi bandor dike. Wek Abdullah Ocalan dibêje bi nêzîkatiyeke teorîk a giştî dikare rola desthilatdarî û sermayê bê tespîtkirin û bê bandor bê hiştin. Ocalan diyar dike ku hewcedariyek cidî bi vê teoriyê heye. Ev teori têkiliya di navbera xweza yekemîn û duyemîn de di zemînek etîk de ji nûve ava dike û dibe avakirina civaka ekolojîk.
 
Civaka ekolojîk wek Murray Bookchîn gotiye zemîna ku diyalektîka xweza sêyemîn an jî xweza azad e. Ji ber vê jî ne ji utopyayê, tevlibûna di esasê pozîtîk a diyalektîfa xweza pêşerojê de dikare behsa etîk û pergalek civakî bê kirin. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Xweza sêyemîn ne bihûştek nû an jî utopyayek e. Li ser xwezayê bi zêdebûna hêzek hişmendî xwe parastin û tevlibûn e. Wateya wê ya pratîka rojevî jiyanek xweş û baş e. Xweza azad û ya sêyemîn şoreşek bi kok dixwaze. Bi taybet ji bo têkoşîna li dijî modernîta kapîtalîst ev girîng e. Ji bo vê jî divê karekterê civaka ekolojist û femînîst pêş bikeve, hunera siyaseta demokratîk çalak bibe û avabûna civaka sivîl bi serkeftin pêk bê.”
 
Bêguman ev ne sentezek îro pêk bê ye. Pêvajoyek demdirêj ferz dike. Ji ber vê jî bi derdorên ekolojîk ên civakî re avakirina wekhevî û demokratîkbûnê tê wateya çareseriya krîza ekolojîk. Ligel perspektîfa çareseriyê ya demdirêj, divê polîtîkayên ku mudaxale dikin pêş bikevin. Ferzeke ku paradîgmayên alternatîfê pergalê bikevin jiyanê. Pirsgirêka ekolojîk hema wisa ji ber xwe neafiriye. Sedemên ku diyalektîka peresendiyê xera dikin hene. Di çavkaniya pirsgirêka ekolojîk de têkiliyên serdestiyê hene.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘di avakirina civaka ekolojîk de rola jinê û jîneolojî’ wê hefteya pêş bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 19’emîn a dosyaya ‘jiyana ekolojîk’ a kovara Jineolojiyê hatiye girtin.