Bi globalbûnê re ji nû ve nîqaşkirina kirdeyê
- 09:04 17 Mijdar 2023
- Nîqaşên Jineolojiyê
"Piştî 1970’ê şûnde li şûna tevgerê pergalê yên klasîk, tevgerên dijberê şer, nîjadperestiyê, nukelerê, tevgerên femînîst û hawirdorparêziyê derketin pêş û bi bandor bûn. Şûna tevgerên çînî, tevgerên çandî, şûna îdealên azadî û wekheviyê polîtîkayên nasnameyan girtiye. Ji ber vê jî naveroka projeyên siyasî û kirdeyên civakî jinûve hatiye nîqaşkirin."
Nagîhan Akarsel
Piştî belavbûna Sovyetan hat îlankirin ku dawiya dîrok û îdeolojiyan hatiye. Di vê pergala nû ya cîhanê de li dijî polîtîkayên ku DYA’yê ku ji bo her kesî li her derê pêş xistibû, têkoşîn dayîn teşeyên nû yên siyasetê pêş xist. Hegemonya împaratoriyê global bû û hêzên dijberê pergalê, li seransrê cîhanê ketin lêgerîna rêbazên têkoşînê. Bi globalbûnê re li şûna partiyên siyasî, tevgerên civakî û komên zextxwari hîn bêtir bi bandor bûn. Ev rêbazên nû li ser vê derketin holê.
Piştî 1970’ê şûnde li şûna tevgerê pergalê yên klasîk, tevgerên dijberê şer, nîjadperestiyê, nukelerê, tevgerên femînîst û hawirdorparêziyê derketin pêş û bi bandor bûn. Şûna tevgerên çînî, tevgerên çandî, şûna îdealên azadî û wekheviyê polîtîkayên nasnameyan girtiye. Ji ber vê jî naveroka projeyên siyasî û kirdeyên civakî jinûve hatiye nîqaşkirin. Di serê sedsala 21’ê de di sala 2000’î de li dijî civîna salane ya IMF’ê çalakiyên girseyî pêk hatine. Ev aktören nû, li dijî serdestiya şîrketên global, pirsgirêkên ekolojîk, cudahiyên çandî, mafê mirovan û demokrasî vegotine.
Tevgerên dijberê globalbûnê zêde bûn û bûn girseyî. Pêşeroja van tevgera wê çawa be tê nîqaşkirin. Gîll ji bo van tevgeran, Marchhîavellî û Gramscî şopand û navê ‘postmodern prens’ lê danî. Ev tevahiya hêzên polîtîk û civakî nîşan dide. Gîll diyar dike ku divê ev tevger bibin yek û di nava piştevaniyê de bin. Bi vî awayî wê îradeya kolektîf şênber be. Ev ‘postmodern presn’ wê hem bibe saziya perwerdê hem jî tevgereke çandî.
Rêxistinên ji hev cuda yên Gîîl nîşan dabûn, her çû bû ‘partiya siyasî ya statuya navneteweyî ya postmodern’ ya bingeha wê tuneye. Di vî alî de nîqaşkirin girîng e. Li şûna wek postmodern bê vegotin, divê hewcedariyên demî, karekter liber çavan bê girtin û tespîtkirin. Navê wê bê danîn. Gramscî ku Gîll, referans girtibû, avakirina yekitiya civakê bixwe pêk nedianî. Di avakirina modernîteya demokratîk de potansiyetal yekbûnê nîşan dide. Di vir de rola pêşeng a jinan a di partiyan de girîng e. Partîbûnên jinê ku mohra xwe li serdemê didin, di alî diyarkirina esasê potansiyele derdixe holê.
Çima hewcedarî bi partiyên jinan hene?
Berbi sedsala 21’ê ji bo çareserya pirsgirêkan me dît ku gelek tevger berê xwe didin çareseriyên global. Dersên ji to, konfernas û foruman hatine derxistin, aliyên xurt û qels yên van foruman jî nişanda. Ev rewş di alî tevgerên jinan de zelal bû. Îdeolojiyên xwe yanî nasnameyên xwe parastin. Ji bo avabûna vê têkiliyê di avakirina yekitiya cîhakê de rol lîstin. Hewce bi bernameyên hevpar dîtin. Em behsa rewşa ku yek partiyek dibe aktorê global nakin. Ji ser tecrubeyan hevparbûnek dikare pêk bê. Mînak ji tecrubeya Partiya Azadiya Jinê, Îdeolojiya Rizgariya Jinê, jîneolojiya felsefeya zanista civakî, ji herêmî toreke gerdunî dikare pêkan be. Rêbazên çareseriyê yên Partiya Jinan a Gabriyel dikare wek torek din bê nirxandin. Bernameyek rizgariyê ya jinan ya hepvar dikare di sedsala 21’ê de di alî tayînkirina qederê de bi bandor be. Partiya jinê ji bo tevgerbûnê gavek girîng e.
Di avêtina vê gavê de wil divê pirsgirêka azadiya jinê bê analîzkirin, bernama rizgariya jinê bê avakirin û kadroja jinan a îdeolojîk bê avakirin. Divê analîza zanistî û îdeolojîk a pirsgirêka jinê bê kirin û di vê esasê de bernameya rizgariya jinê derkeve holê. Ya xwezayê esasgirtina rastiya jinê ye. Ev rastî di heman demê de di diyarkirina rastiya civakî de hêz û çanda demokrasiyê wê pêş bixîne. Pêşxistina çanda demokrasiyê di nava peywirên sereke yên partiyên jinan de ye. Ocalan partiyên jinan ku ji bo pêşxistina çanda demokrasiyê berpirsin wek ‘akademiya jina azad’ digire dest. Abdullah Ocalan ku dibêje ez rêxistibûna partiyê wek akademiya azadiyê jinê dibînim, balê dikşîne ser wateyên partiya jinê ya ji partiyên klasîk wêdetir. Di vî alî de rêxistinbûna xweser a jinê, hêza îdeolojîk, aliyê zanistî, heman demê de parastina rewa ye.
Yek ji taybetiyên din ya partiya jinê kadrobûna jinê ya îdeolojîk esas digire. Partiya jinê ji pergalê û serdsetiya mêr qûtbûn pêk aniye, têkoşîna zayendî û li dijî her cureyê teşeyên serdestiyê bi jinên têkoşin re xwe rêxistin dikin. Ya ku kesayeta azad, fikr û nêrînên azad, sekna û lêgerîna jiyanê dike kadroyên jin yên pêşeng in. Bername û teoriya civakî, hebûna kadroyan e. Armanca îradebûna hêza kolektîk têkiliya navbera kador û girseyê de ava dike. Di vê esasê de ya esasê îdeolojîk biherikîne kadone. Partiya jinê ya xwe dispêre van kadroyan, dikare karekgerên şoreşger bidomîne.
Hewcedarya me çima bi partiyên jinan heye? Ev ne li ser nêrînan, li ser bandorên tecrubeyên şênber û encaman dikare bê nîqaşkirin. Di vî alî de Partiya Azadiya Jinê û Partiya Gabrîel dikare mînak bê dayîn.
Nîşe: Bernamewa nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Partiya azadiya jinê’ wê bê meşandin.
1-Ev nivîs ji hejmara 17’an a mijara dosya ‘Sedsala 21’ê: Sedsala jinê’ ya kovara jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.