Der barê siyaset dewlet û venasînên di esasa civakî de

  • 09:03 21 Tîrmeh 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Lê dema em serî li têgehên der barê venasîna siyasetê dinêrin, li aliyekî desthilatdarî li aliyekî sermaye û dewlet li aliyê din jî têgehên azadî, demokrasî û civakê bi hev re tên bikaranîn. Li aliyê din jî têgehên  serdestî, kontrol, rêbaz, qanûn û momentên esas in. Li aliyê din jî azadî, berpirsyarî, îqna, fêmkirin e."
 
Nagîhan Akarsel
 
Têgeha siyasetê di têgehên demokrasî, siyaset û azadiyê de ji nûve hewce bi venasînê dibîne. Di navîna sedsala 20’an de hewcedarî zêdetir pê dîtin û Hannah Arendt ketiye lêgerîna vê. Hannah siyasetê wek qada azadiyê û qada ku azadiya mirovan derdixe holê vedinasîne. Û dibêje jiyanek din pêkan e. 
 
Fatmagul Berktay diyar dike ku tevlibûna siyasetê, di çalakiya kolektîf de heyî bûn wê azadiyê bîne.
 
Lê dema em serî li têgehên der barê venasîna siyasetê dinêrin, li aliyekî desthilatdarî li aliyekî sermaye û dewlet li aliyê din jî têgehên azadî, demokrasî û civakê bi hev re tên bikaranîn. Li aliyê din jî têgehên  serdestî, kontrol, rêbaz, qanûn û momentên esas in. Li aliyê din jî azadî, berpirsyarî, îqna, fêmkirin e.
 
Ji ser venasîna herî zêde tê nasîn em bikevinê gotinên wateya wan wek hev siyaset û polîtîka tê bikaranîn. Siyaset li rojava, polîtîka ji li rojhilat tê bikaranîn. Siyaset bi erebî, polîtîka jî bi Grekî ye. Siyast ji ‘sys’  tê, tê îdiaakirin navê xwe ji seyîs ku  kesê hespan xwedî dike digire. Li rojava jî têgehên poîtîka, polîtîcs, polîtîca tên bikaranîn. Ji Grekî ji koka gotinên ‘polîs-polît-polî’ tê. Wateya wê dewlet, rêveberî, rê, rêbaz, welatîbûn û hikûmete. Di encamê de der barê metoda rêveberî û rêveberiya polîtîkos de wateyan dihewîne. Bi giştî wateya rêveberiya bajar dihewîne. Di rewşa heyî de her du têgeh di wateya têgeha rêveberiya dewletê de tên bikaranîn.
 
Di seranserê dîroka şaristaniya dewletê de li ser siyasetê gelek pirtûk hatine nivîsandin. Platon Dewlet, Arîsto siyaset, Machivelli Prens, Montesqueiu Rihê Qanûnan, Tocquevelli li Amerikayê Demokrasî, Weber Protestan jî bi pirtûkên Ahlqa û Kapîtalîzmê siyasetê vedinasîne. Li Rojhilat jî Îbnî Haldun Mukaddîme, Farabî Îhsan ul Ulum, Gazalî Nasîhatul Muluk, Maverdîn El Ahkamus Sultaniye, Nîzamulmulk jî Siyasetmendame nivîsiye. Ev çend mînakin.
Ev siyasetname ji bo polîtîkayên ku hikûmetdar bimeşînin pêşniyaran dikin û di hişê Rojhilat de cih digirin. Bi giştî mijarên der barê dewletê de tê de cih girin û tiştên divê rêveber bikin tên rêzkirin.
 
Yanî siyaseta xwe dispêre burokrasî, artêş û qanûnê, di feraseteke serdestiyê ya girêdayê deshilatdairyê de disekine. Nêzîkatiyên ku desthilatdariyê bi rêveberiyê re dike heman nokteyê jî vegotina mijarê hîn bêtir zehmet dike. Lê desthilatdarî zêdetir tê wateya serdestiyê, rêveberî jî  rêveberiya rewa ya berdewamkirina ya civak xwe bimeşîne ye. Di vî alî de di venasînên siyaset^eyên esasa dewletê de ji pirsa ‘civak herî baş çawa dikare bê bi rêvebirin û çawa dibe bersiva hewcedariyan’ wêdetir, feraseta ‘civak çawa dikare bê kontrolkirin û berjewendiyên desthilatdariyê re xizmetê bikin’ dertê pêş. 
 
Di venasînên dewletî de ya balê dikşîne siyaset bi wateyên wekê şer û tundiyê tên nasîn û bi berjewendiyan tê nasîn. Ji ber vê jî bi giştî bi têgehên wek manîpulasyon, parvekirin û xapandinê tê destgirtin. Her wiha îro siyaset dîsa wek qada ku tundî, xîle û derewan a ji bo berjwendiyan tên kirin, tê venasîn.
Şaristaniya demokratîk jî siyasetê bi civakê re digire dest. Siyaset beriya ku bibe dewlet bûn, aydê civakê bû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka esas dihat girtin û di vir de ne tundî, zordarî, îqna û gotin esas dihatin girtin. Di jiyana bihev re wek mêjiyên hevpar siyasetê rolek mezin dilîst. 
 
Di vê mijarê de Heîde Gottner Abandroth civakên dayiksalarî referans nîşan dide diyar dike ku siyaset an jî polîtîka di hemû biryaran de  yekitiya nêrîn yanî konsensus e û ji bo rêgezek wisa bikeve jiyanê civak bi taybetî divê xwe li gorî vê rêxistin bikin. Her wiha diyar dike ku pêkanîna rêgeza konsensus di alî biryardayînê de pêşxistina pergalên meclîsan e. Di esasê em ji van teşeyên rêveberkirin û mekanîzmayên biryarê zêde ne dûr in. 
 
Li Hasekê di dersa jîneolojiyê de jinek êzidî ya bi navê Dayê Ayşe ya 60 siyaset venasî û em dixwazin vê jî bigirin vir. Dayê Ayşe dibêje: “Ne raste ku siyaset bi xîle, derewan bê terbiyekirinê. Siyaset ev e ku bi hev re biryar bê girtin çareserî bê pêkanîn û ji bo vê jî civîn û perwerde pêk bên. Berê jinên pêşeng yên civakan, li bin siya darekê dihatin li gel hev û pisgirêk çareser dikirin, civîn pêk dianîn.” Dayê Ayşe ku diyar dike ku divê pirsgirêk bi awayekî hevpar bên nîqaşkirin, ji ser pratîkê venasîna siyasetê dike û tecrubeya hatiye jiyîn teorîze dike.
 
* Nîşe: Berdewama nivîsê bi sernavê ‘Hêza îrade û biryarê gel’ wê hefteya pêş bê weşandin.
 
* Ev nivîs ji kovara jîneolojiyê ji dosya mijara  ‘Siyaseta demokratîk’ ji hejmara 14’emîn hatiye girtin.