Li dijî dîstopyaya bi dane xwedîderketina li utopyaya xwe

  • 09:02 23 Hezîran 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
 
Xweşikbûn têgehek bi qasî ku di qada huner, felsefe û estetîkê de nayê sînorkirin, berfireh e. Estetîk li gorî daxwazên mêr wek bedena jinê hatiye destgirtin û ev ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve bi zanebûn hatiye afirandin. Ji demên ku her tiştê jiyan xweş dikir û nirx didayê pîroz dihat hesibandin, dayina mînakê hîn watedar e.
 
Nagihan Akarsel
 
Tevger (devînîm) rewşa hebûnê ye. Çalakî ye û zindî ye. Venasîna her zindiyî zehmet e. Di rewşa tevgerê de nirxandina têgehên estetîk û etîkê û destgirtina têkiliya wan a bi hev re rewşek xwezayî ye. Di alî jîneolojîk de pêkanîna vê zehmetir e. Ji ber divê ji hemû têgehên tûj ên gotin û hevokan bêpar be. Di heman demê de dewlemendbûnê ferz dike. Di serî de rêbaza Hermeneutîk bi rêbazên dewlemend, di esasa demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz de destgirtinê ferz dike.
 
Mijara vê nivîsê ji venasîna du têgehan wêdetir, fêmkirina têgehên li hember hev ên fêmkirina jiyanê ye. Di jiyana rojane de gotina ‘baş bûn û xweşikbûn çiye?’ pir tê bikaranîn. Fêmkirina vê ye. Têgehên başbûn û xweşikbûnê li gorî çi diguhere divê ev bê fêmkirin û lêkolînkirin. Divê em xwe bigihînin çalaki û kurama zimanê başbûn û xweşikbûnê. Yanî bi sekinandina bi jineolojiyê ya li ser rêxistibûna xweşikbûn û başbûnê ye.
 
Bêguman pêkanîna bi hev re, kolektif e. Ev hêza xwe ji yekbûnê digire. Ev ê di rêxistibûna xweşikbûn û başbûnê de rol bilîze. Jina ku başbûnê bifikire, xweşibûnê biparêze wê civakbûnê pêk bîne. Lê îro ne tesaduf e ku jin li dijî vê biyanî bûye. Wek jin avakirina jinûve hêza civakbûnê jî bi xwedîderketina utopyayê pêkan e. Em girîngiya vê bi mînakên şênber di nivîsa xwe de dibêjin. Di roja me ya îro de dîstopya rewa ye û gelek zêde ye. Em li şûna li ser têkiliya bêtehemulî, ezezok û egoyê bisekinin zêdetir em li ser başbûn û xweşikbûnê bisekinin. Dema vê dikim jî wê ji lêkolînên di esasa jîneolojiyê de hatine kirin mînakan bidim.
 
Xweşikbûn û pîvanên kolektif
 
Xweşikbûn têgehek bi qasî ku di qada huner, felsefe û estetîkê de nayê sînorkirin, berfireh e. Estetîk li gorî daxwazên mêr wek bedena jinê hatiye destgirtin û ev ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve bi zanebûn hatiye afirandin. Ji demên ku her tiştê jiyan xweş dikir û nirx didayê pîroz dihat hesibandin, dayina mînakê hîn watedar e.
 
Abdullah Ocalan dibêje ‘Ez xweşibûna ji derveyî civaka exlaqî û polîtîk, xweşikbûn nahesibînim. Xweşikbûn exlaqî û polîtîk e’. Ev gotin pîvana xweşibûnê ji me re vedibêje. Vê riya rastî û başiyê jî nîşan da. Di demên paleolîtîk û mezolîtîk de tiştên ku nirxên pîrozî û xweşibûnê xwedî kir û parast hebûn. Ev jî bi keda jinê bû. Keda jinê di dema neololîtîk de gavên ewil ên civakîbûnê ava kir.
 
Ji bo civakên çandinî ya xwe dispêre jinan, xweşikbûn, berket, başî, rastî; di baweriya xwedawendê de watedar bû. Di serî de Înanna, Îştar, Demeter, Îsîs, Astarte, Kubaba, Atargatîs, Anahîta, El Uzza û Afrodît; hemû xwedawend ku çavkaniya xweşikbûn, evîn û bertekê hatin venasîn, di vir de ya dihat temsîlkirin teşeyê jiyana polîtîk û exlaqî bû.
 
Piştre ligel xwedawendan xweda jî hatin dîtin; Ligel Înanna Dumuzî, ligel Îştarê Tammuz, li gel Astartge Baal, li gel Kîbela Attîs, li gel Îssîs Osîrîs, ligel Afrodîtê Adonîs. Rîtuelên zewaca pîroz di roja îro de bi Mem û Zîn, Kerem û Asli, Leyla û Mecnun berdewam kirin. Jinên ku methiye jê re hatin rêzkirin zêdetir bûn çavkaniyên xweşikbûn û jiyanê.
 
Têgehek din a girîng a xweşikbûnê bi nirxên kolektif watedar bû. Helbest, wêne, destan, çîrok, dengbêjî û hîna gelek qadên hunerê; ev aşî kir û vegot. Di serî de peyker, nota, tablo û mîmarî; gelek berhemên hunerê nûneriya vê kir. Yên ji bo jiyanek bi tendurist xwe dan ser kevneşopiya şifayê, wek çavkaniya xweşibûnê hatin dîtin. Bi kurtasî bûn nirxên afrîneriya komunal û pîvana xweşikbûnê. Lê pîvana xweşikbûnê, bi pêşketina şaristaniyên dewletî guheriye. Xweşikbûn bi dîtbarî hatiye destgirtin. Di roja îro de pîvanên estetîkê yên tê ferzkirin jî çavkaniya xwe ji vir digirin. Lê estetîk, xweşikirina jiyanê ye. Heta ku jiyan xweşik nebe hemû xweşikbûn di xetereyê de ne. Li cihekî ku biyanîbûn hebe behskirina xweşikbûnê ne pêkan e.
 
Başbûn..
 
Venasîna têgehên ne şênber gelek zehmet e. Ev têgeh di heman demê de dîtbarîn e. Li gorî min a baş li gorî kesek din dibe ku xerab be. Ev nêrîna mirovan e. Venasîna başiyê û têkiliya wê ya bi exlaqê re, kiriye mijara felsefe û olê û zanist jî dûrî vê têgehê maye. Lê Abdullah Ocalan dibêje ‘zanist şîroveya wateyê ye’ û nîşan dide ku li cihê wate hebe zanist jî heye.
 
Ya baş a bi fêde ye. Ya baş a xweş difikire ye. Ya baş a adîlane ye. Ya baş a ku kêfxweş dike ye. Lê ji bo hinekan jî xerab e ne baş e. Ji ber ku ji bo ya baş nêzîkatiyek pragmatîst tê nîşandan. Hinek pîvanên gerdunî yên baş hene. Mutevazîbûn, yek ji pîvana başbûnê ye, lê di cîhana salan de ev wek qelsî tê nirxandin. Guhdarkirin ku erdem bû niha wek axaftina zêde tê domandin. Avakirina empatiyê, ku yek ji taybetiyên herî xweş a mirovan bû niha ezezok e. Çi dibe bila bibe parastin, gotina rast taybetiya esas a başbûnê ye û di roja îro de pîvana vê bi pragmatîzmê tê destgirtin. Ev encamên ku lîberalîzmê afirandine. Di sosyalîzma demokratîk de jî ya pîvanên başiyê ya civak û kes diyar dike; hev temamkirin, pêşxistin û kêfxweşkirina hev e.
 
Di demên ku jiyan di nav yekitiyekê de bû de, ji aboriyê heta tenduristiyê ji siyastê heta çandê pîvana zanistîbûnê, yek ji rêgeza fêdeya ji bo civakê bû. Niha organîzasyoneke ku hewl dide teşeyê bide civakê ye. Di têkoşîna avakirina jiyanê, xweşikbûn, başbûnê de jineolojî çi dike? Jineolojî başbûn û xweşikbûnê çawa dinirxîne? Di vê mijarê de akademiya jineolojiyê di alî sosyalojîk de hinen analiz û lêkolînan dike û ev di mijara pêşîvekirina fêmkirina çalakî û ziman de bi fêdeye. Lêkolînkirin yek ji qada esas a akdemiya jineolojiyê ye. Di vê mijarê de der barê lêkolînan de dayîna çend mînakan wê bi fêde be.
 
Nîşe: Berdewamiyaa nivîsê bi sernavê ‘Bi jinên Gilanî re çalakiya başbûn û xweşikbûnê’ wê hefteya pêş bê weşandin.