Hevalê Zarîfê Alîşêr

  • 09:13 16 Hezîran 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Hevalê Zarîfê Alîşêr
 
“Elîşêr bi navê Zarîfeyê bangî wê nedikir.  Digot 'hevalê'. Gelek ji Kurd û Kurdistanê hez dikirin. Her tiştê wan Kurdsitan bû. Kurdistan her tiştê wan bû. Carekê li gel Zarîfeyê bûm. Li aliyê Zeranîk a Çiyayê Munzurê mêze kir û got ‘Ev çiya çiyayên hêviyê ne. Ne pêkan e ku daxwazên me pêk neyên’. Digotin wê Kurd bi ser bikevin."
 
Nagihan Akarsel
 
Elîşêr û Zarîfe endamên eşîra Şêx Hasenanli ya ji Dêrsîmê ne. Li gundê Azger ê nahiya Umraniye ya Koçgirî hatin dinê. Tê texmînkirin her du di salên 1882’yan de hatine dinê. Her du jî li Sêwasê dixwînin. Elîşêr bi jîrbûn û hêza xwe wek pêşengekî bû. Zarîfe bi îradeya xwe ya serbixwe, damarên jina berxwedêr a civaka xwezayî dihewand. Yekitî û lêgerîna Elîşêr û Zarîfeyê her tim mînak bû. Zarîfe ya ket lêgerîna avakirina hişmendiya neteweyî ya di navbera jinên Kurd de propagandaya vê kir û jinek pêşeng bû.
 
Elîşêr û Zarîfe nabin xwedî zarok lê nayê zanîn ku ka wan nexwestiye yan jî rewşek xwezayî bû û çênebûye. Zarîfe bi lehengiya xwe dihat nasîn. Elîşêr û Zarîfe ku hemû pirsgirêk bi diyalogê çareser dikirin der barê hevjiyanê de mînakek xweş bûn. Der barê jiyana wan de mixabin zêde çavkanî tune ne. Zîn Evînwelat di vê mijarê de nivîsek nivîsiye;
 
"Di temenê ciwan de gihiştin hev. Di şerê yekemîn ê emperyalîst de tevli têkoşînê bûn. Bi ermeniyan re têkilî danîn. Faliyetên xwe her tim meşandin. Li Sêwas, Meletî û Dêrsîmê xebat meşandin û di 1914’an de ji bo Kurdistanek azad xebat dan destpêkirin. Di 1919’an de nameyek ji Cemiyeta Tealî ya Kurdistan re şandin û gotin Kurdên Dêrsîm û Koçgirî girêdayê cemiyetê ne. Elîşer û Zarîfeyê fermandariya berxwedana Koçgirî bi baldariyek mezin meşandin. Piştî têkçûna berxwedanê Elîşêr û Zarîfe nikaribû li Koçgirî bimînin. Lê wan xebatên xwe meşandin. Çûn Dêrsîmê. Tu car xwe ji bo xebatên gel nedan alî. Pirsgirêkên eşîran ji aliyê Zarîfeyê ve dihat çareserkirin. Seknek wê ya xurt a bawerî dida mirovan hebû.”
 
Zarîfyê ji Elîşêr re digot ‘heval’. Di nav demê de her duyan jî ji hev re digotin heval. Îro jî kesên ji ber şikefta ku lê hatin kuştin derbas dibin, ji hev re dibêjin heval. Li ser hevaltî, zanebûn, dostaniya Elîşêr û Zarîfeyê gelek çîrok û destan hatine nivîsîn. Bi têgeha heval, têkiliyên malbatî yên wek dayik, xwişk, hevjîn, bav û her wekî din serobino kirin. Nîşan dan ku ji têkiliyên malbatê wêdetir têkilî jî hene. Îro bi têkoşîna azadiyê jî ev hatiye ispatkirin. Tiştek hema wisa dernayê holê. Girêdayî hev in. Zarîfe û Elîşer di têkiliya xwe de ji hev re rêzdar bûn, jiyana xwe dabûn ser azadiya gelê Kurd. Zarîfe wek jineke bi heybeta xwe ku ji Kurd û Kurdistanê hez dikir, dihat nasîn. Hevala Zarîfeyê, Gulşa Akkuş ku demek dirêj bi Zarîfeyê re li heman malê ma, wê wisa vedibêje:"
 
“Elîşêr bi navê wê bang nedikir.  Digot hevalê. Gelek ji Kurd û Kurdistanê hez dikirin. Her tiştê wan Kurdsitan bû. Kurdistan her tiştê wan bû. Carekê li gel Zarîfeyê bûm. Li aliyê Zeranîk a Çiyayê Munzurê mêze kir û got ‘Ev çiya çiyayên hêviyê ne. Ne pêkan e ku daxwazên me pêk neyên’. Digotin wê Kurd bi ser bikevin. Yek bi yek bersiva pirsên me didan. Tu car xwe nedida alî. Bi hezkirin vedigot.
 
Mêvanperweriya Zarîfeyê pir navdar bû. Nûnerên eşîrên Dêrsîmê dikir mêvan. Demançeya xwe her tim ligel xwe digerand. Sîlahşorek pir baş bû. Çeka wê her tim gule tê de bû. Rojekê li Zerenîkê li ser bêndera mala Kem wê gule bihata avêtin. Zerîfe jî di nav wan de bû. Gelek kes hatin temaşekirinê. Dor hat Zarîfeyê, di avêtina ewil de li şûşeyê xist. Yên temaşe dikir, bi coşek mezin qêriyan. Jineke ku xwe dabû qebûlkirin bû. Cihê wê pir cuda bû. Rojekê min jê re got ‘hûn naçin gundê xwe?’ keniya û got ‘Em êdî ji Dêrsîmê ne, Dêrsîm, Koçgirî zozanên Kurdan e. Li van çiyan ji cenazeyên me re jî cih hene’.”
 
Zarîfe û Elîşêr her tim di eniya berxwedanê de bûn; her duyan xwe wek ozan û Kurdologên Kurd jî di dîrokê de navên xwe nivîsin. Bi Tirkî, zaravayên Kurdî yên wek Kirmancî û Zazakî helbest û nêrînên xwe anîne ziman û îro hîna jî  ji aliyê gel ve tên xwestin û rihê têkoşîna demî dihewînin. Elîşer û Zarîfe di 19’ê Tîrmeha 1937’an de ji bo civînekê diçin şikeftê, li wir tên qetilkirin, serê wan tên jêkirin û serê wan birin ji Abdullah Alpdogan yê li bajaroka Dêrsîmê. Jan. Alb. Nazmî Sevgen ku bixwe di komkujiyê de cih girt, sindoqa ku belge, helbest, xebata  wan a bi navê Destana Dêrsîmê û gelek wêneyên wan tê de, yên aydê Zarîfe û Elîşêr teslîmî rayedarên Fermandariya Giştî hat kirin.
 
Nurî Dêrsîmî di berhemên xwe de dema lehengiya jina Kurd vedigot cih dida Zarîfeyê û wiha digot:
 
“Zarîfe jineke ku girêdayî doza xwe ya netewîya Kurd bû, jinek Kurd a bi heybet bû, ev di jiyana xwe de baş ispat kiriye. Zarîfe di nav jinên Kurd de ji bo hişyariya neteweyî, bûye propagandayek bi heybet. Zarîfeyê her tim ji Elîşêr re digot heval. Zarîfe her sal diçû Dêrsîmê, der barê hedefên neteweyî de pirsgirêkên eşîran çareser dikir. Di dema xwe de jineke hem siyasî hem leşkeri hem jî xwendin û nivîsandin dizanibû. Elîşêr dema tiştek bikira ewil fikir û nêrîna wê digirt. Bêyî Zarîfeyê biryar nedida.”
 
Dema em xwe bigihînin pirtûkên Elîşêr û Zarîfeyê ku dewletê dest danîn ser, em ê fikir û hestên hevjiyana azad bi awayekî xurt hîs bikin û bixwînin.
 
‘Hezkirina herî pîroz a ku mirinê dide ber çavan e’
 
Di civaknasiya Kurdistanê de lêgerîna hevjiyana azad tu car naqede. Di vê mijarê de ji destana Mem û Zîn bigirin heta Siyabend û Xecê, ji Elîşêr û Zarîfeyê bigirin heta Reşoyê Sîlo û Zeyno, gelek vegotin hene. Di gelekan de êşa evîna ku pêk nayê tê jiyîn di hinekan de jî hewldana têkoşîna ji bo azadiyê heye. Reşoyê Silo û Zeyno lehengên berxwedana Agiriyê ne û berxwedana wan jî destana hevjiyanê ye. Di evîna Derwêşê Evdî û Edûlê de serhildan, di evîna Reşo û Zeyno de baweriya di evînê de tê nîşandan. Di ya Elîşêr û Zarîfeyê de hevaltî, heta îro jî didome. Huner, çand û civaknasiya vê vegotinê îro bi têkoşîna Bêrîtan, Zîlan, Zerya û Çiyageran tê afirandin. Zerya di rojnivîska xwe de vê hewldana xwe çi xweş vedibêje;
 
“Di pêvajoya dawî de venasînekê ji mîzansena hestî ya dijîm re nabînim. Mînakên dîrokê di hişê min de zindî dibe. Destana Edûlê û Derwêş xwe dubare dike. Serokatî gerîlayên jin dişibîne Edûlê. Edûlê keça bi kok a eşîra Mîlan e. Ez jî endamê wê eşîrê me. Yanî ez jî ji Mîlan im. Derwêş mêrekî Kurd ê serbilind û bi rûmet e. Edûlê dema Derwêş winda dike lorînekê dilorîne. Delala Derwêşa. Derwêş çavên xwe li ser çongên Edûlê digire û can dide. Ez xwe bişibînim Edûlê, ez ê mezin nekim. Ez jî bûm şahid, ciwanên Kurd ên leheng li ser çonga min can dan. Lê derfeta min a bilorînim tunebû. Edûlê Derwêşek winda kir û bi vê êşê lorîk lorand. Lê min çend Derwêş winda kir. Ew Derwêşên demî ne. Ew bi evîna welat têkoşiyan. Wisa ji can wisa ji dil wisa bê hesab û wisa bi mirin.  Hezkirina herî pîroz a mirinê dide ber çavan e.”