Jina di bin siya mêran de tî maye: Mîlena

  • 09:02 20 Çile 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Şertên neyînî ku tenduristiya rihê wê bi bandor nekir, zirar da gurçikên wê. Di şertên girtîgehê de du emeliyatên gurçikan derbas kir û di Gulana 1944’an de mir. Jiyana wê û bi taybet kesayeta wê ne ji ya Kafka ne jî ji berhemên Kafka kêmtir nîn bû. Lê zîhniyeta serdest ew wek hebûnekê mahkûmê ‘jina jê îlham tê girtin’ , ‘çinara di bin sîya mêran de maye’ kir.
 
Fatma Koçak
 
Xerabiya herî mezin a li zindî bê kirin ev e ku ji dervê wê wek hebûnên din venasîne û wek alav bikaranîne. Di dîrokê de gelek mînakên vê hene. Mêrtiya li her qada jiyanê bi bandor e, nahêle  şaristanî û çanda jinê biherike. Ne ku wek tehdîd dibîne, ji ber dema şaristanî ligel hev bin jiyan dewlemend dibe. 
 
Zîhniyeta serdest a mêr ku her qada jiyanê dagir kiriye, jin jî li ser vê bi teşe kiriye. Yê ku ev nivîs nivîsiye jî tê de gelek kes Mîlenayê piştî Kafka nas dikin, wê jî nas dikin. Nivîskar, rojnameger, mîlîtana anarşîst Mîlena Jesenska bêtalihiya wê ya herî mezin belkî jî naskirina Kafka ye. Lê Mîlenayê şahidiya duyemîn şerê cîhanê kiriye, rojnamegerek jin a ku ev ji nifşan re ragîhandiye, mîlîtaneke li dijî faşîzmê rawestiyaye. Keseke girîng ku hêjayê vegotinê ye. Lê ji ber hestên nivîskarekî mêr, divê wek alav nehatiba dîtin. Jineke bi jîrbûn, nivîskarî, serhildan û kirdebûna xwe bal dikişand. Keça wê Jana Cerna di pirtûka xwe ya ‘Çîroka Jiyana Mîlena’ de Mîlenayê baş vedibêje. 
 
Mîlena yekane zaroka doktorê diranan û mamsoteyê zanîngehê Jan Jesenky û Mîlena Hejzlarova bû. Mîlena di dawiya sedsala 19’an de di 16’ê Tebaxa 1896’an de li Pragê hat dinê. Di zarokatiya xwe de li dayika xwe ya nexweş mêze kir. 16 salî bû dayika wê jiyana xwe ji dest dide. Li hember bavê xwe her tim bi hêrs bû. Ji ber vê dest ji tipê berda. Bi kesekî re zewicî, bavê wê nedixwest. Bavê wê ji mîrateyê men kir. Mîlena ji kovaran re nivîs dinivîsî. Piştre Kafka nas dike. Pirtûkên wî werger dikir. Piştre ji hev re nameyan dişînin. Kafka evîndarê Mîlena ya zewicandî dibe. Evîna xwe di pirtûkan de tîne ziman. Lê Mîlena wek dost didît. 
 
Ji bo Kafka jî Mîlena hesreteke mezin bû. Derdê wî ne sohbet axaftin û parvekirina bi Mîlena re bû. Nêzîkatiya wî teşeyê alavkirinê û îmgeyî bû. Kafka vê di nameyek xwe de wiha vedibêje: “Hûn dibînin li hember parsekan qet şansa min tune ye; lê ez amade me ku hemû hebûna xwe bidim parsekekê; tenê tu li wir be hebûna xwe bi min bide hîskirin.’ Mîlena li dijî vê nirxandineke girîng û watedar dike û vê nêzîkatiyê rexne dike.
 
Tiştê ku Mîlena vedigot xitimandina têkiliyan bû. Ji ber Kafka li ser vê nedisekinî hewldana fêmkirina wî jî neguherî. Dîsa hevokên ku daxist îmgeyan nivîsî û  ev hevaltiya bi nameyan hat destpêkirin bi redkirina zewacê bi dawî bû: “Hîna gotara we difikirim. Zewacên bi hişmend jî dikarin pêk bên. Bi armanca veguhertina xeyal veguhertina rastiyan destnîşan dikim. Lê kesên di encama bê hêvîtiyê de dizewicin dikarin çi bi dest bixin ku? Ev ne malek e… Ya ava bibe jî zindan e. Her du tenêtî bandor li ya din dike. Şevên herî dirêj û kurt tu tiştekî naguhere. Kesek bixwe bawer bi kesek tenê dijî xwe girê bide û ev mijara gotinê be, ev rewş ji bo wê xerabitir e. Di esasê de zewac, berovajî vê îfadeya bixwebaweriya li hember xwe ye.” Dîsa Kafka piştî mirina xwe gelek berhem, name jî tê de emanetê Mîlena kir. Mîlena ne tenê jina di nameyên Kafka de bû. Di heman demê de entelektuelek mîlîtan bû. Carna karker, carna rojnameger carna nivîskar û carna jî li kolanan li dijî şer têdikoşiya. Li dijî faşîzma Hîtler her tim di berxwedanê de bû. Hîtler qet şer nekir û Çekoslovakya dagir kir. Mîlena hemû belgeyên ku li hember wê û hevalên dihatin bikaranîn îmha kir. Bi taybet jî ji ber nivîsên Prîtomnost di rîskê de bû.
 
Ji ber alîkariya Yahudiyan kiribû bi hevkariya Naziyan hat girtin. Mîlena ya şoreşger dest ji jiyanê berneda. Şertên neyînî ku tenduristiya rihê wê bi bandor nekir, zirar da gurçikên wê. Di şertên girtîgehê de du emeliyatên gurçikan derbas kir û di Gulana 1944’an de mir. Jiyana wê û bi taybet kesayeta wê ne ji ya Kafka ne jî ji berhemên Kafka kêmtir nîn bû. Lê zîhniyeta serdest ew wek hebûnekê mahkûmê ‘jina jê îlham tê girtin’, ‘çinara di bin sîya mêran de maye’ kir. Em tespîta Abdullah Ocalan ku nêzîkatiya dîroka serdest rexne dike ji nû ve bi bîr bînin: “Sê nêrînên cuda li hember mijara jinê hene; yek nêzîkatiya hestî, ya duyemîn nêzîkatiya îmgeyî, ya sêyemîn jî nêzîkariya fikr û raman û felsefî ye. Nazîm Hîkmet  û nîvîskar, helbestkar û wêjevanên din bi hestiyarî û îmgeyî nêzî mijara jinê dibin. Hinek hevalên girtîgehê xeyalî nêz dibin. Lê nêzîkatiya me ne xeyalî- îmgeyî, nêzîkatiya me felsefîk e. Ev çanda tecawizê ya serdestiya mêr a pênc hezar salî dikare bi nêzîkatiya felsefîk bê çareserkirin. Nêzîkatiyên hestî û îmgeyî xilas nake.”