Li dijî mekanîzmaya Zanista pozîtîvîst hêza zanîna jîneolojîk (2)
- 09:01 9 Kanûn 2022
- Nîqaşên Jineolojiyê
"Abdullah Ocalan diyar dike ku jin ji nasnameyek zayendê wêdetire, karekterê civakî dihewîne. Ev tespît di valakirina operasyonên bênasname û bêcivakîbun hiştinê de rolek esas dilîze. Jineolojî ji bo hîmên dîrokî û zanistî yê vê karekterê civakê bide xuyakirin di hewldana sentezkirina tecrubeya bi têkoşînê tijeye de ye."
Husna Emek
Di pêvajoya şoreşa neolotîk û civaka xwezayî de, di dîroka şaristaniya demokratîk de, dewleta dizanibû potansiyela jinê ketiye tevgerê hêza jiyana enerjiya civakî, qirkirina jinê kiriye siyaseta esas. Pêşîgirtina vê dîrokê, berovajîkirine; di destpêkirina dîroka pergala dewletî de israr heye. Ji aliyê Marksizm û tecruba reel sosyalîst ve ev israra pergala serdest baş nehat destgirtin û ev di berdewama avakirina civakî, zanîn û zîhnê mekanîk de bi bandor bûye.
Zanîn û hêza teknîkî ya ku bûye pêlîstoka desthilatdariyê, hatiye erênîkirin. Ev zanîn-zanist dawiya sedsala 20’an de bi serdema bîlîşîma li ser senteza teknik- zanîna rast pêş ketiye re, her hest, bîranîn, daxwaz kontrol kiriye û di roja me ya îro de veguhertine xwedayê ku hukum li civakê dike. Bi binpêkirin û operasyonan, berovajîkirina herî mezin a dinêrîna heqeqîqetê de; li ser beden, ked û civakîbûnê de hatiye afirandin. Bi komkujiya etîk-estetîkê re beden, jiyan, çanda jinê kirine alav, metakirina zayendî normalîze kirine û wek qada azadiya esas hatiye pêşkêşkirin.
Berovajîkirina di nêrîna heqîqetê de, di alî desthilatdariyan de hatiye ferzkirin. Televîzyon, înternet, qada sanalê; di vê demê de derftên bê sînor diafirîne û serdestiya li ser jin û civakê vediguhere qada bazirganî bikarhênerî û endustriyê. Derfetên teknolojîk, mekanîzmayên zanista pozîtîvîst û qadên rast û cih guhertina plansaziyan, di berovajikirina nêrînê de rewşên derketine holê ne. Ji bo pêşî li her cureyê zanîna ku vê lîstikê xera dike bê girtin, wek stratejiya esas hatiye diyarkirin.
Zanîna pozîtîvîst ketiye cihê ku dijminê herî mezin ya ji vê stratejiyê re xizmetê dike. Veşartina zanînê, berovajîkirin û stratejiya tunekirinê ji aliyê desthilatdariyan ve hatiye meşandin û xwestine ji ser civakê bi lez encam bê girtin. Bi zanînên zexte, qirêj û şaş riya jiyana xerab tê raxistin. Tunekirina dîrok, zanîn, nasnama jinê di navenda berovajîkirina heqîqetê de cih digire. Ji ber di alî beka desthilatdarî û dewletê de girîng e, li şûna paqijkirina hişê civakê, dewlet polîtîka ku zanîna pergalê bicih bike dimeşîne.
Jineolojî van êrişan van teşeyên şerê taybet û aliyên wê yên rojane digire dest û bi perwerde lêkolîn û analîzên sosyolojîk nêrîna heqîqetê sererast dike, wek zanîna ku zindî dike pêş dixîne. Dibe zanîn û zanista parastina cewherî ya jinê û civakê.
Bi salên 1990’î re lêgerîna heqîqet û nasnama jinê ji nûve xurt dibe, di lîberalîzmê de polîtîka bênasnamebûnê kûrtir dike. Nîqaşên bênasnamebûnê ku neo-ultra lîberalîzm gur dike, wek êrişên îdeolojîk ya kûr ku armanca bêcivakîbûn û bêkokbûnê dihewîne, berdewam kiriye. Armanca pergala kapîtalîst ev e ku civak, kes û jinê ji nasnama civakî dûr bixe, ji esasa wan dûr bixin û bikin kesên cuda. Tê xestin ku pêşî li jinan bigirin ku pêşengiya civakê nekin û pêşiya pêşketina civakî ya demokratîk bê girtin.
Di tevgera femînîst de jî jina ku têkoşîn û venasîna zayendê bezandiye, hedef kiriye ku xwedîderketina li pirnasnamebûnê (netew, çîn, bawerî, nîjad) derxe pêş. Ev nîqaş der barê ku hêza jinê ya civakî derkeve holê, enerjiya jinê bikeve tevgerê ye. Polîtîkayeke, ku navenda wê jine û rêbazeke femînîst ya ku têkoşînê mezin dike, dihewîne. Li dijî vê lêgerînê bêguman israra jinê ya nasnayê hedef hatiye girtin. Ev lêgerîna ku ji bo venasîna teng a nasnameya jinê ji holê bêrakirin, bi teoriya queer ya ku bênanamebûnê wek bêzayendî pêşkêş dike ve tê girêdan.
Fikra ku nêrîna zayenda mêr û jin bi zayenda civakî ve girêdaye, bi israreke ku zanistê tune dihesibîne belav dibe û di roja me ya îro de jî bi awayekî bandor vediguhere teşeyê fikr. Josephîne Donovan ku bi hêza bandora tevgera femînîst bawer dike, ji bo femînîzmê jî venasîna wek ‘dij-şoreş’ dike. Ev dij-şoreş bi tevgera femînîst sînor namîne, lêgerîna azadiya jinê û tevgerên jinan tehdîd dike. Tê xwestin ku nasnameya jinê bi awayekî bêdawî bê tunekirin û şikandin.
Abdullah Ocalan diyar dike ku jin ji nasnameyek zayendê wêdetire, karekterê civakî dihewîne. Ev tespît di valakirina operasyonên bênasname û bêcivakîbun hiştinê de rolek esas dilîze. Jineolojî ji bo hîmên dîrokî û zanistî yê vê karekterê civakê bide xuyakirin di hewldana sentezkirina tecrubeya bi têkoşînê tijeye de ye. Ji ber vê sazbûnên manewî û aborî yên civakê, ji nêz ve bi hilberînê re eleqeder dibe, li ser aliyên rojane û dîrokî yê zanîn û zanistê y aku karekterê civakî yê jinê xurt dike, disekine.
Rola jinê ya di jiyana hilberînê de ji nûve di pêşketina civakîbûna azad de rola xwe dilîze. Ev rol bi êrişên pergala serdest ya mêr re parçebûnek cidî jiyaye, bi tehdîd û binpêkirinê hatiye texrîbkirin û tarûmarkirin. Tevî vê nasnameya civakîbûnê sînorên sunî yên ku dewlet û desthilatdarî ferz dike, parçebûnê red dike û hewl dide xwe rizgar bike. Lê her tim û li her derê desthilatdarî û dewlet dikeve dewrê.
Roja me ya îro de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê parastina çand û nasnameya civakî û jiyankirin; di berxwedanên li dijî kapîtalîzma global de dertên holê. Her ku jin bibe xwedî hişmendiya rola pêşeng, zêdetir enerjiya civakê dike tevgerê.