Rexneya radîkal a li zanista demografîk

  • 09:01 15 Tîrmeh 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Zanista demografîk, taybetiyên eass yên komên nifûsa wan diyar esas digire; netewpereste, bi projeksyonên pêşerojê yên spekulatîf dixebitin û wek hiyerarşî, nîjadperestî û çinîtiyê organîze dikin." 
 
Susanne Schultz
 
Demografî wek zanîna esas a bê alî ya îstîşara polîtîk tê venasîn. Ji bo pêşketin û sazbûnên civakî yên newekhev bên fêmkirin dubare dubare berê xwe dide daneyên îstatîstîkî. Lê mijara ez di vir de bala xwe didimê ne ev îstatîstîkên wisa ne, aliyê hilberîna zanîna demografîk e. Ev alî di meznahiya nifûsê an jî di rewşên krîz û guherînan de ji bo stratejiya polîtîk nokteya destpêkirinê û hebûnê hewce dike. Ji bo îdara nifûsê ya fermî, berhevkirin, pêkanîn yanî zanista demografîk di asta heybet û wek zanista dewletê ji serî de di vê dîrokê de cih digire.Piştî duyemîn şerê cîhanê jî wek zanista global a demografî li her derê li welatên binpêker, wek saziyên îstatîstîkî wek esasa bernameyên nifûsê avabûn pêk dianî û ajansên population establishment bûn.
 
Civak di demografî an jî di zanîna wek zanista nifûsê dihat venasîn de, şahidiya ferastea polîtîka û civakê dike: Zanista demografîk, taybetiyên eass yên komên nifûsa wan diyar esas digire; netewpereste, bi projeksyonên pêşerojê yên spekulatîf dixebitin û wek hiyerarşî, nîjadperestî û çinîtiyê organîze dikin. 
 
Ez niha bi çend tezan balê dikşînim ser van:  Ya ewil; tişta statukoya demografî diyar dike zaniste:Em demografiyê dikarin wek zanista ku ji statokuya civakî destpê dike dikarin bi nav bikn. Bi vî awayî jî têkiliyên civakî zelal nake.  Têkiliyên desthilatdariyê, şertên hilberînê, bikarhêneriya ji nûve, belavkirin çavkaniyan û pergala kapîtalîst, ne nokteyên derketinê yên her tim in.  Di demên diyarkirî yên jiyana mirovan de di esasa têkiliyên hêz û binpêkirina civakan de şertên jiyana civakî yên tên guherîn jî nokteya derketina wê ava nake. Berovajî vê nokteya derketina demografiyê, koma gel ya diyarkirî, taybetiyên spesîfîk an jî pirsgirêkan derdixe holê û  ji ser zanîna hejmara nifûsa vê komê, fêmkirin û tespîtkirina pirsgirêkên civakê hedef dike. Protestoyek li dijî polîtîka nifûsê ya navneteweyî ev nokte bi awayekî zindî danî holê. Polîtîka nifûsê bi dirûşmeya ‘Li şûna têkoşîna li dijî xizaniyê têkoşîna bi xizananan re’ didome.  Li ser belavkirina axê nasekine li ser kesên ji derveyê belavkirina axê mane disekine. Ne li ser sedem û dîroka zext û texrîbata ekolojiyê, li ser hejmara kesan disekine.
 
 Ya duyem, teşeyê vegotina demografî ya civakî ye. Ev vegotin ji netewperestiyeke metodolojî bi awayekî giran bi bandor dibe û ji ber vê jî wek netewperest xwe rêxistin dikin. Di asta netewî ya îstatîstîka nifûsê de dicive. Ev hesab, popuasyona netewî û pêşketina nifûsa pêşerojê, kompozisyona temen a netewî, rêjeyên welidîna netewî û di nîqaşên demografî ya faktora koçberiyê de cihê xwe girtiye û  mijarên rêjeya koçberiya netewî dihewîne. Piştre daneyên nifûsa netewî û daneyên aboriya netewî digire dest û ji bo pêşketina nifûsê nîqaş dike ku çawa erzan pêk tê. 
 
Ya sêyem;Nîqaşên demografîk ji nîqaşan dur, der barê pêşerojê de bi esasên nifûsa spekulatîf dixebite. Ev projeksyonên nifûsê, di navenda hincetên demografîk a polîtîkayên nifûsê de ye. Di esasê de lijneyên fikr yên demografîk van pêşbiniyên polîtîk her tim diguhere û neçare sererast bike. Ji ber gelek pêşketîn ji rayeya pêşbiniyê bêpare. Mînak beriya Konferansa Kahîreyê ya di 1994’an de dihat payîn ku nifûsa global zêde bibe û biteqe. Îro îstatîstîkvanên NY’ê behsa xeta mezinbûneke hatiye sekinandin dikin. Dema nêz de NY’ê der barê pêşerojê de daneyên projeksiyona nû derxistin. Di 2015’an de  dihat gotin ku wê di 2100’î de nifûsa cîhanê ji 11 mîlyarî zêdetir be. Îro jî tê gotin wê di 2100’î de nifûs ji 11 mîlyarî kêmtir be. Di encamê de  spekulatîfî wek pêşketinên global yên din nikarin nifûsê diyar bikin.
 
Ya çaran; zanîna demografîk her tim xwe teşeyên hilbijartin û hiyerarşiyan tê kombînekirin. Bi aşkera li şûna bi awaykî klasîk û nîjadperest bê nirx bike, ji bo hiyerarşî û cudakariyê hilberîne, vedigere şîroveyên ecêb û ev mînakek fikra demografîke. Di dawiya sedsala 18’an de di roja me ya îro de Neo Malthusîanîzm  yanî qanûna nifûsê ji aliyê teolog û îktîsatvanê Îngîlîz Thomas Malthus ve hat pêş xistin. Ewil tespîta ku zêdebûna nifûsê ji hilberîna xurekê zêdetire kir lê piştre hişyar ki rku xizan û hovên  binpêkeran zêde dibin û bang kir ku divê kontrola welidîna xizanan bê kirin.
 
Em di mijara guherîna avhewayê de bigirin dest: welatiyên metropolên  Bakurê Global li gorî komên başurê global kêmtir bandor li ser guherîn avhewayê dikin. Ev wek pirsgirêkek global tê fikirî. Bi vî awayî zanista nifûs û siyasetê,  dibêje welatiyê bajarên mezin yên spî û mêr, eleqeyê nîşanê z3edebûnê nake. Li şûna vê dibêjin komên binpêker dibin sedema nifûsa zêde a global. 
 
Di hesabên demografîk de tê gotin ku kontrola welidînê dikare bi rêbazên dermanên kontrola welidînê bikeve bin kontrolê. Vê wek pozîtîf dinirxînin. Ev nêrîn ji bo hinek komên civakî wek xetereya tunebûnê tê dîtin.Ev hemû li gorî pêşerojê nikarin bên hesabkirin.  Hejmbarên global yên spekulatîf û ne şênber yên der barê mirovên biyokutle, bersivê nade van pirsan.